Here naverokê

kesk

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd)/kʰæsk/
  • Deng (Wan): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: kesk

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv kesk
Komparatîv kesktir
Sûperlatîv herî kesk (merkezî)
tewrî kesk (rojavayî)
kesktirîn (soranîzm)
Beqeke kesk.

kesk, k-ya req (1), k-ya nerm (2)

  1. (reng) Rengê çilû; rengê pelên daran yên geş û gihiştî; rengê giyayê nebeyî / hişknebûyî.
    Çend cûnên rengê kesk:                     
    • 2002, Mehmed Uzun, Bîra qederê, Weşanên Nefel:
      Li cîhê ku dar dest pê dikin, rengê kesk zora rengên spî û şîn dibe. Keskahiyeke bedew li rengên wêneyê zêde dibe. Keskahî hemû milê jor ê bergehê dadigire.
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Dêm-i di bisk û xemriyan ta û lefên di şetriyan
      Mane temam-i kesk û sor bedre li dorê hale kir
      Dûr-i kirîn ji sinbilan çîçek û bişko û gulan
    • 1683, Ehmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan:
      بحرا رجز بو چه خوش مرفل
      اخضر چه کسکه احمر خو صوره
      ازرق هشینه جورب چه گوره
      Beḥra recez bo çi xweş mureffel?
      Exḍer çi? Kesk e; eḥmer xwe ṣor e
      Ezreq hişîn e. Cewreb çi? Gore

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Nêzîk

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha zazakî kesk, pehlewî kaskênên (ji kaskên laciwerd + -ēn), ji zimanên îranî. Di zarava û zimanên din yên îranî de li cihê "kesk" peyvên wek "sewz, sebz, zergûn" hene.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

kesk n

  1. Rengê kesk.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Ehmedê Huseynî, Li wir bimîne:
      Li vir bimîne keskê zeytûnê,
      Xuşîna serkaniyan
      Di dilê helbestê de biçîne
      Li wir bimîne
      Û xewna min ber bi axa sar ve bişîne
    • 2018, Hesen Huseyîn Denîz, “Li welatê min bihar tê”, li ser Bîrnebûn, hejmar 71, rûpel 32:
      Çêlîkek çavên xwe vedike li dinyê, pitikek qêrîna yekem dide der li ser axa welatê min. Û jiyan dîsa didome. Jiyan bi înat didome. Qurmên bûne rejî şaxên teze didin der ên bi lêvkeniyeke keskê tarî.
  2. (siyaset) partiyên jîngehparêz
    • 2018, “KESKê li Amedê mitîngek li dar xist”, li ser www.rupelanu.com[1]:
      Rêveberên KESKê bal kişandin ku li Tirkiyeyê qeyraneke aborî û siyasî heye û li hemberî enflasyon û dowîzê ji sedî 30 mûçeyên wan heliyane.
  3. (siyaset) Partiyên îslamî.
  4. (siyaset, Başûrê Kurdistanê) Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).
    Termên koordîne: zer (rengê PDK)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina kesk
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kesk kesk
Îzafe keskê keskên
Çemandî keskî keskan
Nîşandera çem. keskî wan keskan
Bangkirin kesko keskino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî keskek keskin
Îzafe keskekî keskine
Çemandî keskekî keskinan

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]