hişk

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
hişk hişktir herî hişk
hişktirîn
Ji ber bêbaraniyê riwek û co û kanî hişk bûne û bûye sedema telifîna vê xezalê.

hişk

  1. ne ter, ne jîndar
    darên hişk
  2. bênem, bêbaran
    Hewayê vir gelek hişk e.
  3. çikiyayî, bêav
    Du sal in ev kanî hişk bûye.
  4. req
    Me ji nanê hişk pêvetir tiştek nîne em bixwin!
  5. riwekên piştî çinînê demekê hatine hilgirtin û ava wan jê çûye
    Mewîj tiriyê hişkkirî ye
  6. (mecazî) serhişk, serreq, înato, birikmane, fanatîk, tundrew

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Cumleê ehwalê 'alem bêş û kem
    Wî nivîsî, borî û hişk bû qelem
     — (Mela Hisênê Bateyî: Mewlûd)

Herwiha[biguhêre]

Nêzîk[biguhêre]

Dijmane[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Qafiye[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî وشک(wişk), kurdiya başûrî hişk / wişk, lekî huşk / hwişk, zazakî hişk / wişk, hewramî hişk / wişk, belûçî ہشک(huşk), pehlewî huşk, avestayî 𐬵𐬎𐬱𐬐𐬀‎ (huşke), hexamenişî uşke-, peştûyî وچ(vc) (wiç, wuç), osetî хус (xus), farisî خشک‎‎ (xuşk), tacikî хушк (xuşk), sanskrîtî शुष्क (śúṣka), hindî शुष्क (śuṣk), latviyayî sust, lîtwanî saũsti, rûsî суши́ть (sušítʹ), latînî sudus... hemû ji proto-hindûewropî *h₂sews-.

Ji eynî rehî: zuha, ziwa.

Çavkanî: Rix r. 285, Watkins r. 73, MacKenzie r. 122, Etymonline | Pokorny: 880-881

Werger[biguhêre]