tirî

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurmancî[biguherîne]

Tiriyê sor.
Tiriyê zer.

navdêr, nêr

Wate[biguherîne]

  1. Fêkiyek libhûrik û libên wî bi hev re bi wîşiyan ve çêdibin
    (tiriyê hişkkirî mewîj e; dara ku pê ve çêdibe mêw e; zeviya ku darên wî lê hene rez e û vexwiraka wê ya bialkol mey e).

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Pîrepend[biguherîne]

  • Tu têra xwe re li tirî digerî, an tu li serbira notirî digerî
  • Yekî rezek da yekî, ê dî gûşiyek tirî nadeyê
  • Bavê rezek da lawî, lawî gûşiyek tirî nadeye bavê
  • Bila rezê min li nav rezan be, bila tirî li min heram be
  • Devê rovî negihişt tirî ,got; tirş e
  • Li ber rez nakeve, li ber gûşiyê tirî dikeve
  • Heyva Tebaxê , tirî ket miştaxê
  • Jibo hebek tirî mehserek xirab kirin
  • Rovî têr e, tirî tirş e
  • Tebax e, tirî bûye laxe
  • Tirî, li tiriyê reş mêze dike, reş dibe

Biwêj[biguherîne]

  • Ji hebek tirî mehserek çêkirin

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Herwiha[biguherîne]

Têkildar[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Cûnên tirî[biguherîne]

  • Hesenî: Cûreyên wê yên gewr, mor, sipî û sor hene, gir e.
  • Pelûrik: Gewr e.
  • Celkanî: Reş e, qirfok e, şêrîn e.
  • Zeytî: Bedew e, goşiyên wî dirêjin.
  • Kerkûşî: Mêwek dikare barê kerek tirî bigre, xweş e, dikin mewij.
  • Şêxanî: Zine reş e, hebê wî gir in.
  • Gunnêrî: Hebên wî zêde gir in, gewr in.
  • Havîngeh: Wek tiliyên xatûnan dirêjin.
  • Şekirok: Gewr e, xweş e.
  • Sorikî: Hebên wî sor in, reş nabe.
  • Nikilqijalk: reş e, hebên wî dirêjin.
  • Virkoke: Nava meriv pê diçe.
  • Talikî: Gewr e, mirr e.
  • Marzone(şîre): Pê dims çê dibe.
  • Yaxîş: Pelê mêwê pirr in, pirr tirî digre, şêraniya wê kêm e.
  • Heftber: Mêwa heftber, ne bi carekê bi çend caran tirî dide.

Li der û dora Çiyayê Mazî ji dimsê gelek xwarin çêdikin û ev xwarin di taştê, firavîn, şîv û paşîvan de ji ser sifreyên wan kêm nabin. Xwarinên ji dimsê çêdibin ev in.

  • Dims
  • Pelûr: Arvan di nav dimsê de dikelînin, rûn sor dikin bera ser didin bi wî awayî dixwin.
  • Kulorîkên dimsê: Hevîr dikin qilor û di nava şerbetê de dikelînin, şêranîyeke xweş e.
  • Darik: Ji Arvan û dimsê pelûr çêdikin, darikên hinek dirêj çend caran di nav pelûrê re dikin, daldiqînin, zuwa dikin.
  • Benik(sincoq): Qinê gûzan an dendikên bihîvan di ben re dikin û wek darikan di pelûrê re dikin, daldiqînin, zuwa dikin.
  • Helawî: Bi dimsê û arvanê qelandî çêdibe.
  • Tilîşewitî (lepşewitî): Pêşiyê rûn sordikin, dimsê bera ser didin û nanê tenûrê hûr dikin ser. Bi germî tê xwarinê.
  • Kerme (kesme): Pelûrê işk dikin û paşê bi kêran çargoşe jêdikin.
  • Şerbet: Dims bi avê tê ron kirin, dibe vexwarineke xweş. Him cemidî, him jî germ tê vexwarinê.
  • Berfdimsk: Dimsê bera ser berfê didin û jê şêranî çêdikin.
  • Helawiya nişê: Bi navika genim û dimsê çêdikin.
  • Aqîd: Dimsa tîr e.
  • Aqîda kundir: Kundirên zivistanê hûr dikin û di nava şîreyê de dikelînin.
  • Aqîda qalikê zebeş: Qalikên zebeşan tên hûrkirin û di nava şîreyê de tên kelandinê.
  • Aqîda buyok: Buyok tên hûrkirin û di nava şîreyê de tên kelandinê.
  • Aqîda şîr: Şîreyê dikelînin, piştî ku tîr dibe şîr bera nav didin û li hev dixin.
  • Pastêq: Arvan li nav dimsê dixin, li ser cawan tenik radixin, kuncî bi ser werdikin, zuwa dikin û wek niviştan qat dikin, hiltînin. Di paşîvan de, bi gûzan re xwarike xweş e.
  • bilbizêkî
  • teyfî
  • payizî
  • qirfok
  • zeytî
  • reşik
  • etfî
  • şitû
  • dirêjik
  • kelkîşî
  • reşê çê
  • hişîno
  • zerî
  • sincî
  • berkê kerane
  • Sofî Elî
  • qitil nefis
  • boxiltî
  • zeynebî
  • nikilqijalk
  • celkanî
  • virkoke
  • talikî
  • sorikî

(Receb Dildar: Li Çiyayê Mazî wextê rezan, Netkurd.com, 10/2007)

Ji[biguherîne]

Hevreha soranî tirê, herdu belkî ji ermenî, bi ermeniya navîn tolî (mey) ji urartûyî udulî (tirî), têkilî tilletu (tirî) ya akadî, binere tolk. Yan jî hevreha sanskrîtî द्राक्षा (drake), yûnanî τρύγος (trugos), holendî druif, swêdî druva, danmarkî drue, almanî Traube, hemû ji proto-hindûewropî. Herwiha belkî peyvên slavî jî: sirbî grozd, çekî hrozen, rusî (vîno)grad. Bi zimanên din yên îranî bi pirranî engur e.

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

Werger[biguherîne]

Zazakî[biguherîne]

navdêr

Wate[biguherîne]
  1. Tirî.