Here naverokê

wîşî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Wîşiyekî tirî bi çeqekî mêwa tirî ve.

wîşî n

  1. (kurmanciya rojhilatî) Koma libên tirî yên ku bi rex hev ve şên bûne.
    Dema ez çûyim nav baxçeyî min wîşiyekî tirî xwar.
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Netrik û tayên bi rîşî
      Ê di zêr in pê ve wîşî
      Min du fêris dîn di pêşî

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina wîşî
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî wîşî wîşî
Îzafe wîşiyê wîşiyên
Çemandî wîşî wîşiyan
Nîşandera çem. wîşî wan wîşiyan
Bangkirin wîşiyo wîşiyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî wîşiyek wîşiyin
Îzafe wîşiyekî wîşiyine
Çemandî wîşiyekî wîşiyinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Herwiha guşî, hevreha soranî هێشوو (hêşû), kurdiya başûrî hûşig û xûşe / ẍûşe, farisî خوشه (xûşê), ji zimanên îranî. Formên bi W dest pê dikin aîdî kurmanciya rojhilatî ne, formên G li destpêkê di kurmanciya navendî de serdest in.

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya cluster a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.