Here naverokê

kanî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • (Navdêr) IPA(kilîd): /kɑːˈniː/
    • Deng (Amed): guhdar bike(file)
  • (Hoker) IPA(kilîd): /ˈ'kʰɑːniː/
  • Kîtekirin: ka·nî
[biguhêre]
Kaniyek (1)

kanî m, k-ya nerm

  1. Kuna av tê re ji bin axê dizê anku derdikeve.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Ji çîrroka gelêrî Rûviyê dûvqut:
      Rûvî da rê, çû ser kaniyê, got:
      - Kaniyê, kaniyê ma tu xêra xwe nikarî avê bidî min.
    • 1683, Ehmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan:
      Qemqam û yem-i beḥr in; ṣemṣam ḥusam şêr e
      Ṣeḥra felat û sebseb feyfaʾ û bedw-i deşt in
      Yenbûʿ û ʿeyn kehnî; cubb û qelîb-i bîr e
      [ya orîjînal:
      قمقام و یم بحرن صمصام حسام شیره
      صحرا فلات و سبسب فیفاء و بدو دشتن
      ینبوع و عین کهنی جب و قلیب بیره
      ]
  2. Cihê ku tiştek pirr lê heye yan lê peyda dibe.
    kaniya helbest û stranan

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina kanî
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kanî kanî
Îzafe kaniya kaniyên
Çemandî kaniyê kaniyan
Nîşandera çem. kaniyê wan kaniyan
Bangkirin kaniyê kaniyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kaniyek kaniyin
Îzafe kaniyeke kaniyine
Çemandî kaniyekê kaniyinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
avestayî: xān ("kanî, bîr")
partî: x'nyg ("kanî")
pehlewî: x'nyg ("kanî")
sogdî: x'xn ("kanî")
farisî: xānī ("kanî") … alfabeya arî
kurdî: kehnî > kanî ("kanî")
soranî: kanî ("kanî")
hewramî: hane ("kanî")
zazakî: henî ("kanî")

sanskrîtî: खानि (khāni)- ("kanî, bîr")

Çavkanî: Cheung p.404, Lubotsky p.9, MacKenzie P.136 | Pokorny: -
Agadarî: Bingehê vê peyvê ne ji proto-hindûewropî ye. Diyar e ku ji zimanek nenas ketiye zimanên arî. Çavkanî: Lubotsky

Herwiha bidin ber tirkiya kevn kañ, tirkiya niha kaynak.

Werger

[biguhêre]
Ev beşa Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya spring a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Hoker

[biguhêre]

kanî, k-ya req

  1. ka, kanê, li ye, li çi cihî ye, li ne
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Celadet Elî Bedirxan: Bêriya Botan, helbest:
      Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî?
      Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî?

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]