Here naverokê

av

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina av  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî av av
Îzafe ava avên
Çemandî avê avan
Nîşandera çemandî avê wan avan
Bangkirin avê avino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî avek avin
Îzafe aveke avine
Çemandî avekê avinan
Av.

av m

  1. Vexwarinareng (zelal) û bêtam ku bo hemû heywan û şênkatiyan pêdivî ye, nîşana kîmyayî H2O.
    Ava vexwarinê, ava zelal, ava genî.
    Cil bi av û sabûnê şûştin.
    Avek li xwe kirin.Dûş kirin.
    • Ew reng dibêt ava zelal
      Buhrîn li min çend mah û sal
      Qet kes nekir li min sual
      Heta giham vê sa'etê
       — (Feqiyê Teyran)
    • hezaran salê çûne axirî
      Ew nebûbû Adem, hêj av û herî
       — (Mela Hisênê Bateyî)
  2. Çem an robar û jêdereke din ya avê.
    Ava Mezin (Dîcle), Ava Şîn (çemek li Başûrê Kurdistanê)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Binêre herwiha

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Mîrasmayî ji proto-îranî *Hā́fš (av), ji proto-hindûîranî *Hā́ps (av), ji proto-hindûewropî *h₂ep- (av).

    Hevreha soranî ئاو (aw), kurdiya başûrî aw, lekî aw, zazakî awe, hewramî awî, farisî آب (ab), peştûyî آب (āb) (ab), belûçî آپ‎ (ap), pehlewî 𐭠𐭯‎ (ap), avestayî 𐬀𐬞‎ (ap-), hexamenişî 𐎠𐎱𐎡𐎹𐎠 (apiya), sanskrîtî अप् (ap) (áp), hîtîtî 𒄩𒉺𒀸 (ḫa-pa-aš, çem, robar), prûsiya kevn ape (robar, çem), lîtwanî upė (robar, çem), latviyayî upe (robar, çem), bretonî avon (robar, çem), weylsî afon (robar, çem), îrlandiya kevn aub (robar, çem), albanî amë (kanî), latînî amnis (robar, çem)...

    Ji bilî peyva *h₂ep-, di makezimanê proto-hindûewropî de du peyvên din jî yên bi maneya "av" hebûn: 1) *wódr̥ ku serekaniya bo nimûne peyva îngilîzî water û ya rusî вода́ (vodá) ye û 2) *h₂ékʷeh₂ ku serekaniya bo nimûne aqua ya latînî û eau ya fransî ye. Anku tevî nêzîkiya dengî ya av/aw ya kurdî û eau ya fransî, ew ji du rehên cuda ne.

    Bi zaravayên din

    [biguhêre]

    Werger

    [biguhêre]

    Bo lîsteya dirêj ya wergeran binêrin: av/Werger

    Kurtenav

    [biguhêre]

    av

    1. kurtkirina ad valorem
    2. kurtkirina antivirus
    3. kurtkirina audiovisual
    4. kurtkirina avenue
    5. kurtkirina average
    6. kurtkirina avoirdupois
    7. kurtkirina have

    Bilêvkirin

    [biguhêre]

    Daçek

    [biguhêre]

    av

    1. ji
    2. ji aliyê ... ve

    Etîmolojî

    [biguhêre]

    Ji proto-hindûewropî *h₂epo. Bo zêdegir agahiyan binêrin paşdaçeka ve ya kurdî.

    Kurtenav

    [biguhêre]

    av

    1. Kurtkirina avenida

    Daçek

    [biguhêre]

    av

    1. ji
    2. ji aliyê ... ve

    Etîmolojî

    [biguhêre]

    Ji proto-hindûewropî *h₂epo. Bo zêdegir agahiyan binêrin paşdaçeka ve ya kurdî.

    [biguhêre]

    av

    1. nêçîr, rav, şikar, seyd
      Babası ava gitmiş.Bavê wê çûye nêçîrê.
      Bu gün avımız iyi.Îro nêçîra me baş e.

    Etîmolojî

    [biguhêre]

    Ji osmanî آو‎ (av) ji tirkiya kevn 𐰉 (āb) ku herwiha serekaniya van peyvên bi heman maneyê ye: azerî ov, ozbekî ov, tirkmenî aaw, oygurî اۋ (aw), qazaxî ау (aw), kirgîzî уу (uu)...