Here naverokê

meh

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

meh m

  1. 30 roj, 1/12 ji salê,
    heyamek anku demek ji 30 yan 31 rojan pêkhatî (lê meha 2yem ji salnameya romî 28 yan 29 roj e.)
    12 meh dibin salek.
    Her demsalek ji sê mehan pêk tê.
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Ta çend-i bi hecra xwe tu min tecribe înî
      Zêrê ji xwe xalis mehek û gaz-i çi hacet

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina meh
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî meh meh
Îzafe meha mehên
Çemandî mehê mehan
Nîşandera çem. mehê wan mehan
Bangkirin mehê mehino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mehek mehin
Îzafe meheke mehine
Çemandî mehekê mehinan

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Di hin devokên kurmancî de peyva "meh" nayê bikaranîn. Bi mebesta "30 roj" jî peyva "heyv/hîv" di wan devokan de tê xebitandin.

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

proto-hindûewropî: *- ("pîvan") > *me(n)ses- ("heyv")

avestayî: māh- ("heyv, meh")
farisiya kevn: māh- ("heyv, meh")
farisî: māh ("heyv, meh")
belûçî: māh ("heyv, meh")
osetî: māyā ("heyv, meh") ... alfabeya arî
kurmancî: meh ("meh")
soranî: mang ("heyv, meh")
hewramî: mānga ("heyv, meh")
zazakî: mang ("heyv, meh")
sanskrîtî: mas- ("heyv, meh")
yûnanî: mene ("heyv, meh")
latînî: mensis ("heyv, meh")
ermenî: mis ("heyv")
almanî: Mond ("heyv")
îngilîzî: moon ("heyv") month ("meh") ...

Di kurmancî de āh -> eh berbelav e, bide ber -geh, xweh, şeh ...

Hevreha heyv, pîvan.

Çavkanî:
  • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner, rûpel 216
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 51
  • MacKenzie, David Neil (1966), The dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary[1] (bi îngilîzî), Kommissionaer: Munksgaard (København), rûpel 129,
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <Etymonline> by Douglas Harper.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

meh m

  1. (Ûrmîye) mey, bade, şerab

Werger

[biguhêre]

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • Deng (DYA): guhdar bike(file)
  • Deng (Awistralya): guhdar bike(file)

Rengdêr

[biguhêre]

meh

  1. bêkeyf, bêcoş
[biguhêre]

meh

  1. (malbat) dayik,