sibat

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Rojeke sibatê li Swêdê
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sibat sibat
Ravek sibata sibatên
Çemandî sibatê sibatan
Nîşandera çemandî sibatê wan sibatan
Bangkirin sibatê sibatino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sibatek sibatin
Îzafe sibateke sibatine
Çemandî sibatekê sibatinan

sibat

  1. reşemeh, reşemî,
    meha duyem ji salnameya zayînî,
    meha dawîn ya zivistanê
    (kurttirîn meha salê ye û ji 28 yan - her çar salan carekê - 29 rojan pêk tê)

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Metelok[biguherîne]

  • Sibata tiroviro
    Adara bîst û du ro
    Nîsan a me ye
    Gulan textirme ye
    (metelokek kurdî ye)
  • Sibatê, befr û ba tê.

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

  • Kurmancî: şibat, sibat, reşemeh, gucig (< tirkî gücük < küçük ay = "meha biçûk" ji ber ku tenê 28 roj e)
  • Soranî: şubat
  • Zazakî: şibate, sibate, gucige

Etîmolojî[biguherîne]

Herwiha şibat, bi rêya erebî شباط (şubaț) yan aramî ܫܒܛ‎ (şubaṭ) ji îbranî שבט (şibat /şivat) ji akadî 𒌗𒍩 (šabāṭu: "meha çandinê" - meha 11 ya salnameya babîlî ku diket dawiya meha yek û destpêka meha 2 ya salnameya zayînî).

Sebebê guherîna /ş/ bi /s/ di vê peyvê de di devokên kurmancî de nayê zanîn.

Piraniya navên mehên din jî yên zimanên Rojhilata Navîn ji akadî yan bi rêya akadî ji sûmerî ne: adar, nîsan, ayar, temûz, ab, îlon, çirî. Peyva gulan ("meha gulan, meha guldanê") wergera yekser ji hevwateya wê ya ayar ya ji akadî ye.

Ji bilî kurdî, tirkî jî vê peyvê bi forma Şubat bi berfirehî bi kar tîne. Lê wek navê meha duyem ya salnameya zayînî erebî êdî kêm vê peyvê bi kar tîne û farisî teqrîben êdî qet wê bi kar naîne.

[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Werger[biguherîne]