zivistan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zivistan zivistan
Îzafe zivistana zivistanên
Çemandî zivistanê zivistanan
Nîşandera çemandî zivistanê wan zivistanan
Bangkirin zivistanê zivistanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zivistanek zivistanin
Îzafe zivistaneke zivistanine
Çemandî zivistanekê zivistaninan
Zivistanê li gelek deveran berf dibare.

zivistan

  1. sartirîn demsal,
    demsala anku werza ji hemiyan sartir
    (ku dikeve pey payizê û berî biharê)
    • Lê mixabin, di şevekê ji şevên zivistanê de, bûyereke gellekî bed bi ser min de hat û hîşt ku kela xewnên min bi temamî hilweşe. — (Mamo KADERBêhnekê Bide Miriyan, Na Yayınları, 2018, r. 124, ISBN 9786059017848)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Demên salê
bihar havîn payiz zivistan

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *ǵʰéyōm / *ǵʰim- (zivistan) + di zimanên îranî yên niha û navîn de bi paşgira -stan. Hevreha soranî زستان(zistan), kelhûrî/lekî/hewramî zimsan, zazakî zimistan, belûçî زمستان‎‎ (zimistan), farisî زمستان‎‎ (niha "zimistûn", berê "zimistan"), tacikî зимистон (zimiston), pehlewî zemistan, peştûyî ژمی‎(žmī‎) (jimey), osetî зумӕг / зымӕг (zumeg/zimeg), avestayî 𐬰𐬆𐬨𐬋‎ (zimō), latviyayî zìema, lîtwanî žiemà, rusî/ukraynî зима́ (zimá), çekî/polonî zima, bulgarî зи́ма (zíma), ermenî ձմեռ (jmeṙ), hîtîtî 𒄀𒈠𒀭 (gi-ma-an /giman/), yûnaniya kevn χειμών (xeîmṓn), χεῖμα (xeîma), sanskrîtî हिम (himá), hindî हिम (him: berf), latînî hiems û hībernum (> fransî hiver, îtalî/portugalî inverno, spanî invierno)...

Paşgira -stan (ku adeten maneya "welat, war, cih" dide) li vê derê bi wateya "rewş" yan "dem" e. Bo herdu wateyên "welat" û "rewş" di eynî peyvê de, bidin ber "state" (1. rewş 2. dewlet) ya îngilîzî.

Di farisî de "tabistan" (havîn) jî ji "tab" (tav) + "-stan" hatiye çêkirin û maneya "dema/rewşa germ" dide, wek çawa ku "zivistan" jî yekser wateya "dema/rewşa sar" dide.

Hêjayî gotinê ye ku forma farisî زمستان‎‎ (niha "zimistûn", berê "zimistan") li gor dengnasiya farisî divê *dimistan/dimistûn anku bi D bûya (bidin ber: zanîn, zava). Lê forma farisî ya eslî winda bûye û forma wê ya niha berî 2000-3000 salan ji mediya kevn yan mediya navîn hatiye wergirtin.

Çavkanî:

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.