Here naverokê

zanîn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
zanîn (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -zan-
RP.
Niha
ez dizanim
tu dizanî
ew dizane
em, hûn, ew dizanin
Fermanî Yekjimar bizane
Pirjimar bizanin
Rehê dema borî: -zanî-
RP.
Boriya
sade
min zanî
te zanî
wê/wî zanî
me, we, wan zanî
Formên din: Tewîn:zanîn

zanîn gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. hay jê hebûn, agah jê hebûn, agahdar bûn, haydar bûn (ji tiştekê);
    Ez dizanim ew li kû ye.Min agadarî heye ka ew li kû ye. Min hay jê heye ew li kû derê ye.
    • 1990, Yaşar Kemal, tercimekirina Şerefnaz, Çîyayê agirî, Weşanxana Çanda Kurdî, →ISBN:
      Mahmût Xan nizane maf û diyarî çi ye. Ew bûye Osmanî.
    • 2025, Kenan Subaşı, “Peywendîya Çîrokên Gelêrî û Zarokan di gel Pêşnîyazeke Rêbazên Xwendinê yên Çîrokan”, li ser International Journal of Kurdish Studies[1], cild 11, hejmar 1, rûpel 23:
      Herwiha Philippe Ariès îdia dike ku di çaxa navîn de jî derbarê zarokatîyê de tiştek nedihat zanîn û zarok weku kesên kêm yanî yên ku hêj mezin nebûne, dihatin zanîn
  2. karîn tiştekî bike
    Ez dirûnê nizanim.
  3. karîn bi zimanekî biaxive û fam bike
    Ew baş bi kurdî dizane.
  4. piştrast bûn
    Ez dizanim ew dîsan jî nayê.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
    Şêweyê dilberê bizan sunnet e şêwe 'işwe ferd
    Şêweyê dilberê bizan sunnet e şêwe 'işwe ferd

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *ǵenh₃- / *ǵenə- / *ǵnō-, têkildarî zan- ya avestayî, farisiya navîn dan-, farisî dan-, zazakî zanayene, sanskrîtî jānāmi, rusî знать (znatʹ) (znat'), almanî kann, swêdî kan (dikare) û känna (nasîn), îngilîzî can (bixwîne: ken, "karîn") û know (bixwîne: now "zanîn" ji îngilîziya kevn cunnan, bixwîne: kunnan "zanîn").

Ji proto-hindûewropî: *gne- ("zanîn"), proto-îranî: *zan- ("zanîn"), avestayî: zān- ("zanîn"), partî: z'n- ("zanîn"), pehlewî: d'n- ("zanîn"), sogdî: z'n- ("zanîn"), farisî: dān- ("zanîn"), osetî: zynd- ("zanîn"), belûçî: zan- ("zanîn"), semnanî: zūn- ("zanîn"), sengîserî: zun- ("zanîn") ... alfabeya arî, kurmancî: zanîn- ("zanîn"), soranî: zanîn- ("zanîn"), hewramî: zanay ("zanîn"), zazakî: zanayene, sanskrîtî: jna- ("zanîn"), latînî: gno- ("zanîn"), yûnanî: gno- ("zanîn"), îngilîzî: know ("zanîn") ..., almanî: kann (dikare), swêdî: kan (dikare), känna (nasîn)

Çavkanî:
  • Cheung, Johnny (2007), Etymological Dictionary of the Iranian Verb [Ferhenga Etîmolojiyê ya Fiîlên Îranî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series [Leiden Seriya Ferhengên Etîmolojiya Hindûewropî]; 2) (bi îngilîzî), Leiden, Boston: Brill, →ISBN, rûpel 467
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 33
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

Binere herwiha: nasîn

Bide ber

[biguhêre]

kurtebêj

[biguhêre]
  1. tu same lo .Ma ez çi dizanime bavo. Min hay jê nîne, ez pê nizanim.

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]
[biguhêre]

zanîn m

  1. haydarî, agahî, hay, esehî, piştrastî
    Zanîna zimanê kurdî.
    Zanîna rastiyê.
    • 1898, Mîqdad Mîdhet Bedirxan, “Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm”, bi amadekariya Mehmet Emîn Bozarslan, li ser Kurdistan[2], cild 1, hejmar 1, Weşanxana Deng, di 1998 de hate weşandin, rûpel 1:
      Sed hezar şikir û hemd ji Xwedê teala re, em Musulman xelq kirin û zanîna ilm û marîfetê re hiş û zeka da me.
  2. zanyarî, zanist, ilm
    Divê em welatê xwe bi zanînê ava bikin.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina zanîn
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zanîn zanîn
Îzafe zanîna zanînên
Çemandî zanînê zanînan
Nîşandera çem. zanînê wan zanînan
Bangkirin zanînê zanînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zanînek zanînin
Îzafe zanîneke zanînine
Çemandî zanînekê zanîninan

Dijmane

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]