Here naverokê

nasîn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈnɑːsˤiːn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: na·sîn

Lêker

[biguhêre]
nasîn (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -nas-
RP.
Niha
ez dinasim
tu dinasî
ew dinase
em, hûn, ew dinasin
Fermanî Yekjimar binase
Pirjimar binasin
Rehê dema borî: -nasî-
RP.
Boriya
sade
min nasî
te nasî
wê/wî nasî
me, we, wan nasî
Formên din: Tewandin:nasîn

nasîn gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Zanîn ka kesek ye.
    Ez wî nanasim. (Ez nizanim ka ew kî ye.)
  2. (li gel kesekî) Nas bûn, dost bûn, heval bûn.
    Ev du sal in ku em hev dinasin.
  3. Şareza bûn, aşna bûn, beled bûn.
    Ez vê rêyê dinasim..
  4. Agadarî hebûn, (ji tiştekê) haydar bûn.
    Ez kompûteran nanasim..
    • Sofî ji kevin ve dengê vê bilûra xweş dinasî. — (Çiyayê Agirî, Yaşar Kemal, Weşanxana Çanda Kurdî)

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Ê bi vî wesf û libasî
    Dê qedir behter binasî
    Meq'edê sidqê ceza ye
     — (Melayê CizîrîDîwan , ~1640)

Tewandin

[biguhêre]
-nas-

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî: *gne- ("zanîn, nasîn"), proto-îranî: *zan- ("zanîn, nasîn"), farisiya kevn: xşnā- ("nasîn") , partî: 'şn's- ("nasîn") , pehlewî: 'şn's- ("nasîn") , farisî: şinās- ("nasîn") ... alfabeya arî, kurmancî: nasîn- ("nasîn"), soranî: nasîn- ("nasîn"), zazakî: şinasnayene ("nasîn"), hewramî: ažnās- ("nasîn")

Çavkanî: Cheung p.467

Binere herwiha: zanîn

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya know a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

nasîn m

  1. naskirin, aşnabûn, niyasîn, berniyasbûn:
    Nasîna cîranên xwe giring e.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina nasîn
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nasîn nasîn
Îzafe nasîna nasînên
Çemandî nasînê nasînan
Nîşandera çem. nasînê wan nasînan
Bangkirin nasînê nasînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nasînek nasînin
Îzafe nasîneke nasînine
Çemandî nasînekê nasîninan

Werger

[biguhêre]