dost

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

navdêr

Du keçên dostên hev.

Wate[biguherîne]

  1. Kesên ku hev dinasin û têkiliyên baş li gel hev hene û ji hev hez dikin.
  2. Yar, keç û kurrên yan jin û zelamên ji hev hez dikin lê ne jin û mêrê hev in.

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Tîran li me dit dostê me tê sîne hedef kir
Nazan li me kit yarê me zarî û niyaz in
(Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Herwiha[biguherîne]

Hevwate[biguherîne]

Dijwate[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Ji[biguherîne]

Ji proto-hindûewropî *ǵews- (tam kirin; jê hez kirin) > ǵéwstus (çêj, tam; hez), proto-aryayî *jewşter-, hevreha kurmancî çêj, avestayî zewşe-, farisiya kevn dewşter-, pehlewî dost, farisî دوست (dûst), soranî دۆست, zazakî dost. (Dost ya tirkî ji zimanekî îranî hatiye deynkirin.) Herwiha hevreha latînî gustus (çêj, tam) > îtalî û spanî gusto, frensî goût, gout; inglîzî choose (bijartin) û cost (awa wek di "at all cost" de = bi çi awayî be jî)...

Bikaranîn[biguherîne]

[biguherîne]

Werger[biguherîne]

Soranî[biguherîne]

navdêr

wate[biguherîne]

  1. Dost, heval.

Tirkî[biguherîne]

navdêr

Wate[biguherîne]

  1. Dost.
    • Köpek insan dostudur.
      Kûçik dostê mirov e.
  2. Dostik, hogir.
  3. Hogir.
    • İki dost devlet.
      Du dewletên dost.
  4. Yar, çîntaş.
    • Adam kendine bir dost tutmuştu.
      Mêrik ji xwe ra dostikek girtibû.
  5. Mirî, hezker.
    • Kitap dostu.
      Hezkirê pirtûkan.