jin

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî jin jin
Îzafe jina jinên
Çemandî jinê jinan
Nîşandera çemandî jinê wan jinan
Bangkirin jinê jinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî jinek jinin
Îzafe jineke jinine
Çemandî jinekê jininan
jinek kurd(1920)
çend jin

jin

  1. Mirovên (bi taybetî yên mezin).
    Hevmane: xanim, afret, kuflet, kulfet, pîrek
    Jornav: mirov
    jineke ciwan / cehêl, jineke navsere, jineke pîr
    Du jin û sê zelam bûn.
    Êdî ne keçik e, bûye jin.
    • Dîtin ko şer kete nêzûka malan, ew jin jî bi wan istûnkonan diçine şerî û yariya mêran dikin. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAdat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, 2010, r. 46, ISBN 9789944360678)
  2. Kesa zewicî, kesa şûkirî, hevsera mêrekî, hevjîna zelamekî.
    Hevmane: kebanî, kevanî, bermalî, pîrek, kuflet, kulfet, zewce
    Jornav: hevjîn, hevser, jinûmêr
    Ew û jina xwe hatin.
    Jina wî ne kurd e.
    Jina Azadî keça Şemsedînî ye.
    • Wî kêfxweşî û bextewerî bi jina xwe re nedîtibû, lê bi awayekî giştî, ew hînî wê bûbû û jiyana xwe wilo pê re derbas dikir. — (Biyanî, Albert Camus, Weşanên Nûdem)
  3. yê ku jiyanê diafirîne.

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

  • Şiklê ku we dîtî bêmeal e
    Meyla we bi qismê jin mehal e
    Meyla beşerî beşer divêtin
    (Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Herwiha[biguherîne]

  • jink
  • jinik
  • jinkok (ji bo jinên nejidil yan zahirî, jinên ku karên xwe nejidil dikin)

Jêrnav[biguherîne]

[biguherîne]

Binêre herwiha[biguherîne]

Etîmolojî[biguherîne]

Ji proto-hindûewropî *gʷḗn, forma çemandî ya *gʷnéh₂-. Hevreha soranî ژن‎(jin‎), kurdiya başûrî jin, lekî jin, jen, goranî/hewramî jenî, zazakî cenî, cinî, partî 𐫋𐫗‎ (j'n), belûçî جن(cen), farisî زن(zen), tacikî зан (zan), pehlewî 𐫉𐫗‎ (zen), bextiyariya kevn ζινο (zino), avestayî 𐬘𐬇𐬥𐬌‎ (jə̄ni, /ceni/) û 𐬘𐬀𐬌𐬥𐬌‎ (jaini, /ceyni/) û 𐬘𐬄𐬥𐬌‎ (jąni, /ceni/) û 𐬔𐬆𐬥𐬁‎ (gənā) û 𐬖𐬆𐬥𐬁‎ (γənā), sanskrîtî जनि (jani) (jáni), osetî зæнæг (zarok, dûndeh), rusî жена́ (žená) (žená, /jêna/), bulgarî жена́ (žená, /jêna/), çekî û slovakî žena, serbokroatî жѐна / žèna, polonî żona, yûnaniya kevn γυνή (gunḗ) (gunê), ermenî կին (kin) (kin), swêdî kvinna, norwecî kone, danmarkî kvinde, inglîzî queen ("şabanû, qiralîçe")...

Berovajî baweriya berbelav, ne hevreha peyvên jîn, jiyan e.

Hevwateyên wê afret, kulfet / kufelet, hurmet ji erebî hatine wergirtin û wek li cihê peyva "jin" hatine bikaranîn ji ber ku "jin" peyveke nîv-tabû ye/bû.

Bi zaravayên din[biguherîne]

  • Soranî: jin, afret
  • Kurdiya başûrî: jin
  • Lekî: jin, jen
  • Hewramî: jenî
  • Zazakî: cenî, cinî

Werger[biguherîne]