Here naverokê

pîr

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈpˤiːɾ/
  • (Navdêr 1)
    Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • (Navdêr 2)
    Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: pîr

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv pîr
Komparatîv pîrtir
Sûperlatîv herî pîr (merkezî)
tewrî pîr (rojavayî)
pîrtirîn (soranîzm)
serê mêrekî pîr

pîr, p-ya nerm

  1. êxtiyar, salmend, êdî ne genc,
    mirov û candarên din yên temenê anku jiyê wan mezin e
  2. fêkî yan sewzeyên taze bûna wan nemaye, demê xwarina wan biserketiye, binere qert
  3. qenc, welî, ewliya, salih

Ji wêjeyê

[biguhêre]
  • Mebîne pîr û kal im, tim dinalim, Di cengê de şepal im, pir xeroş im. — (w:Cegerxwîn)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *pel- (gewr), hevreha پیر (pîr) ya soranî, ya farsî, pêr ya pehlewî, powruşe- ya avestayî, sanskrîtî पलित (pelîte: gewr), rusî пелёсый (pelyêsiy), πολιός (polyos: gewr), latînî palleō, pullus, pallidus, albanî plak, îngilîzî fallow... Bo têkiliya maneyê di navbera "pîrî" û "serokatiya dînî" de, bide ber peyvên "şêx" û keşîş ku eslê wan jî maneya "pîr" ya bi wateya "temenmezin" didin.

Bide ber

[biguhêre]

Binêre herwiha

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya old a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

pîr n

  1. serok, rêber, mezin (bi taybetî yên elewî û êzidiyan)
    pîrên êzidiyan

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

pîr m

  1. dapîr, dapîrk, hilik, himalk, himîçk, hopik, hoçik, mak

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina pîr
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pîr pîr
Îzafe pîra pîrên
Çemandî pîrê pîran
Nîşandera çem. pîrê wan pîran
Bangkirin pîrê pîrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pîrek pîrin
Îzafe pîreke pîrine
Çemandî pîrekê pîrinan

Werger

[biguhêre]