bîr

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurmancî[biguherîne]

1. hiş, aqil, hafize[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Cihê parastina bîranînan di mejî de ye

bîr

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bîr  bîr 
Îzafe bîra  bîrên 
Çemandî bîrê  bîran 
Nîşandera çemandî   bîrê  wan  bîran 
Bangkirin bîrê  bîrino 
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bîrek  bîrin 
Îzafe bîreke  bîrine 
Çemandî bîrekê  bîrinan 
  1. yad, hafîze, xatîre, hiş, mejî, ser,
    şiyan û kapasîteya hişê mirovan ku bûyer qeyd dike û paşî dikare vegerrîne

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Ji[biguherîne]

hevreha soranî بیر (bîr) (bîr), zazakî vîr, hewramî wîr, farisî ویر  (vîr), بیر (bîr) û بر (bir), pehlewî vîr û vîrek, avestayî vîre-, belûçî gîr... ji zimanên îranî. Her sê formên farisî jî kêm li kar in, li cihê wan یاد (yad) serdest e û van salên dawîn ji farisî bi rêya soranî ketiye kurmancî jî: yad. "Bîr" ya bi maneya "yad" û "bîr" ya bi wateya "çala avê" ji aliyê etîmolojiyê ve ne ji eynî rehî ne.

[biguherîne]

Werger[biguherîne]

2. çala avê[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

bîreke avê

bîr

  1. çala çêkirî bo ku ava baranê tê de bicive û mirov bo xwe bi kar bîne
  2. hiş, mejî, ser,
    şiyan û kapasîteya hişê mirov ku bûyer û rûdanan tomar bike û karibe şûnda va bîne, ew cih ji serê mirovî yê zanîn û tecrûbeyên wê /wî tê de

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

Ji[biguherîne]

Ji erebî بئر (bîir), hevreha ܒܐܪܐ (bîira) ya aramî, בְאֵר (biê) ya îbranî û bir ya maltayî.

Durxaneya Cellikanî[biguherîne]

Peyve `bîr`ê a bi wateya çala avê bi rastî di erebî de jî `bîr` e .Lewma zimanzanê ev xala ferhengê nivîsandî tavilê bi hêsanî biryarê dide ku ev peyva kurdî ji erebî hatiye. Baş e! Em nika li hinek zimanên din binêrin ka bîr di wan zimanan de çawa ye? Gava em li zimanên xwîşk û birayên kurdî dinêrin, dibînin ku di wan zimanan de peyva `bîr`ê bi hinek guhartin hê jiyana xwe didomînin. Bo embaz îngîlkî de `bourne`,zê an çem e,``brook`` ,çem û robar e, almankî `burnnen` hem bîr e hem kanî ye.Di proto hind û ewropî de ango di arî de jî reh û riçala vê peyvê heye ku ew jî ``bhreue`` ye. Wateya wê a ewilîn kelîn, fûrîn û bilqîn e. Ger mirov wê bi pîtên kurdî binivîsîne wisa dixuye `brû`. peyva bîr û `brû` heman yek in. Gelek nêzî hevûdu ne. Xêr ji wê jî nimûneyên din ên zimanê hind û ewropî hene ku bi me dide pejirandin ku rîçala peyva bîrê di gelek zimanên hevrehên kurdî de jî hîn li kar û li dar in. Sermesela sanskirîtî bhurnih bi wateya tund û tûjiyê bi wateya peyva kurdî `birh`ê ku bi bîrê ve hemreh in u di kurdî de wateya birhê, hêza avê ye.Pehva yewnanî phrear (ango `frîr` tê xwendinê) bi wateya kanî ye.Peyva latînkî `fervere` jî ji heman rehê bîra kurdî ye ku wateya wê a nika fûrîn e. Peyva rûsî bruja bi maneya herk û cereyanê ye. Hê ser de jî peyvinên kurdî hene ku mirov yekser dibîne ku bi peyva bîrê ve xizm û lêzimên hev in an jî ji heman rehî piraştine. Bo wekok jî ez dikanim peyvên `bêrm` ango gol, birk ango curn û hewzê avê, behr jî derya ye bidim. Behr, bêrm, birk û bîr ma ev peyv ne xizm û lêzmên hev in ?

Kifş e ku ev peyveke resen a kurdî ye û erebî ev peyv jî kurdî wergirtiye. Di vir de du lawaziyên nivîskarê vê xalê derdikevin hemberê me ku ev du nexweşiyên bindestî ên gelê kurd in jî . Yek ji wan keslanî û tiralî ye ku em zehmet nakin ku li ser karekî bixebitin. A duyemîn jî ew e ku em kurdî biçûk û xore dibînin û erebî û hemû zimanên din mezin dibînin. Em ji pêş de qebûl dikin ku kurdî ne zimanekî resen û xwerû û bingehîn e. Bi kinasî sedema vê çeftiyê xoretî û tiralî ye.

Ez van tişten heman fêhm dikim lê tiştek mêjiyê min hilnagire, ew jî ew ku çawa gengaz dibe ku ew kesê ku di binhişên wan de xoretî û biçûktiya kurdî û kurdbûnê hene li ser kurdî û kurdbûnê dibin pispor, dibin zimanzan dibin rehnas hwd. Aha ev e a ku min ji dîn û ayînê derdixe!

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

  • hewramî:
  • kurmancî: bîr
  • soranî: bîr
  • zazakî:

Werger[biguherîne]

3. vexwarina alkoholîk[biguherîne]

1rightarrow.png Binêre: bîre

Zazakî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

bîr nêr

  1. bîr, çala avê

Soranî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

bîr

  1. bîr, çala avê

4. Amîrê kirina bergûza[biguherîne]

navdêr, nêr

wate[biguherîne]

  1. amûreke bo çêkirina bergûza ku derziyê merezî pêvediken