bûyer
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]bûyer m
- (purîzm) Tiştê qewimiye yan diqewime, tişt rû daye yan rû dide, tiştê bûye yan dibe.
- 1941, Ferhengvan, “Ferhengoka Hawarê”, li ser Hawar[1], hejmar 27, Şam: Çapxana Sebatê; ji nû ve hate weşandin bi amadekariya Firat Cewerî, Hawar Hejmar 24-57, cild 2, Stockholm: Weşanên Nûdem, 1998, →ISBN, rûpel 696:
- BÛYER (m) — Her tiştê ko di dinyayê de tête pê. Ev bûyereke girane ye.
Tewandin
[biguhêre]| Zayenda mê ya binavkirî | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | bûyer | bûyer |
| Îzafe | bûyera | bûyerên |
| Çemandî | bûyerê | bûyeran |
| Nîşandera çem. | wê bûyerê | wan bûyeran |
| Bangkirin | bûyerê | bûyerino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | bûyerek | bûyerin |
| Îzafe | bûyereke | bûyerine |
| Çemandî | bûyerekê | bûyerinan |
Bi alfabeyên din
[biguhêre]Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Neolojîzm[ç 1] ji bû + -y- + -er.[ç 2] Ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve di 1941 de hatiyê çêkirin. Lê belê ji aliyê dariştinê ve fonksiyona -er mechûl e ji ber ku ev paşgir maneya "ê ku tiştekî dike" dide û li gorî Mackenzie (1961) -er neolojîzmeke bi miqayesekirina -ker / -kar hatiye dariştin û îsmûfaîl ji rehê fiîlan çêdike wekî kujer û nûser.[ç 3]
Çavkanî:
- ^ Michael L. Chyet (2020), Ferhenga Birûskî: Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Kurmanji-English Dictionary, cild A-L, Transnational Press London
- ^ Husein Muhammed (2016), Peyvsazî Di Zimanê Kurdî De, rûpel 78
- ^ D. N. Mackenzie (1961), Kurdish Dialect Studies-I, Londra: Oxford University Press, rûpel 147
Werger
[biguhêre]hedîse — binêre hedîse
Anagram
[biguhêre]Kategorî:
- Çavkanî bi parametreya nekat
- Kurmancî
- Bilêvkirina IPAyê bi kurmancî
- Lema bi kurmancî
- Navdêr bi kurmancî
- Navdêrên mê bi kurmancî
- Purîzm bi kurmancî
- Jêgirtin bi kurmancî
- Neolojîzm bi kurmancî
- Peyvên kurmancî bi navgira -y-
- Peyvên kurmancî bi paşgira -er
- Peyvên kurmancî yên çêkirî ji aliyê Celadet Alî Bedirxan
- Peyvên kurmancî yên ji aliyê kesekî ve hatiye çêkirin
- Anagram bi kurmancî