Here naverokê

bir

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈbɘɾ/ r-ya req
  • (Navdêr):
    Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • (Formeke lêkerê):
    Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: bir
[biguhêre]

bir m

  1. kom, grûp, kerî, celeb, ref, revde
    çendîn kes yan tişt bi hev re, gelek kes yan tişt li gel hev
    • 2020, Samî Hêzil, “Karah Kaplan”, li ser xwebun.org[1]:
      Di van dused salên dawî de rêya gelek ewropiyan ji welatê me -bi gotina wan welatê bejî- derbas bû. Birek rojhilatnas, zimanzan, mîsyoner, sîxur, tucar û koleksîyoneran dewsa piyên xwe li ser axa me jî çêkirin.
    • 2007, Mehmed Uzun, Destpêka edebiyata Kurdî, Ithaki Publishing, →ISBN, rûpel 65:
      Romana wî ya yekemin Şivanê Kurd ku li Rewanê çap bû, 1935, birek ji jiyana wî taswîr dike.
  2. cûn, core, çeşîd, teşîd, texlîd
  3. klip

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina bir
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bir bir
Îzafe bira birên
Çemandî birê biran
Nîşandera çem. birê wan biran
Bangkirin birê birino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî birek birin
Îzafe bireke birine
Çemandî birekê birinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Nêzîk

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Nayê zanîn lê dikare ji zimanekî samî be, bo nimûne ji aramî ܡܪܥܝܬܐ (mer'iθa: bir, celeb, kerî) yan ji erebî مرعى (mer'a), hevreha îbrî מרעה (mir'ê), hemû ji rehê r-'- (çerîn). Bo guherîna M bi B bide ber bizmar, busirman, bexdenos ji "mismar, musilman, mexdenos".

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Formeke lêkerê

[biguhêre]

bir

  1. Kesê yekem yekjimar raboriya sade ji lêkera birin (tewandin).
  2. Kesê duyem yekjimar raboriya sade ji lêkera birin (tewandin).
  3. Kesê sêyem yekjimar raboriya sade ji lêkera birin (tewandin).
  4. Kesê yekem pirrjimar raboriya sade ji lêkera birin (tewandin).
  5. Kesê duyem pirrjimar raboriya sade ji lêkera birin (tewandin).
  6. Kesê sêyem pirrjimar raboriya sade ji lêkera birin (tewandin).

Anagram

[biguhêre]

Bilêvkirin

[biguhêre]

Hejmar

[biguhêre]

bir

  1. yek, 1, I

Herwiha binêre

[biguhêre]
Hejmarên sade yên azerî

Bilêvkirin

[biguhêre]

Hejmar

[biguhêre]

bir

  1. yek, êk, 1, I

Herwiha binêre

[biguhêre]
Hejmarên sade yên tirkî

Hejmar

[biguhêre]

bir

  1. yek, êk, 1, I