Here naverokê

bira

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd)/ˈbɾɑ:/, bɪˈɾɑ:/
  • Kîtekirin: bi‧ra
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
[biguhêre]
Du birayên cêwî.

bira n

  1. (malbat) Kurê dêbabên kesekê/î, lawê deybabên kesekê/î.
    Ew birayê min e.Dêbavên min û wî yek in.
    Bira bira ye, bazar cuda ye
    • 1998, tercimekirina Serdar Roşan, Çîrokên Hezar û Şevekê, weşanên Nûdem:
      Şahriyarî bi tirs ji Şahzemanî re got: "Ax bira, tu ewil vî karî bike." Lê birayê wî bersîv da: "Na, tu birayê mezin î, divê ez her di riya te de bim."
  2. Kurê ji dayika yan ji babê kesekê/î.
    • 1998, tercimekirina Serdar Roşan, Çîrokên Hezar û Şevekê, weşanên Nûdem:
      Ey mîrê cinan yê li welatê efrîtan, ev herdu kûçik birayên min in.
  3. (wek gotineke şîrîn ya gazîkirinê) Heval, dost, kek.
    • 1998, tercimekirina Serdar Roşan, Çîrokên Hezar û Şevekê, weşanên Nûdem:
      Bi Xwedê, birawo, her ez jî wisa fikirîm.
  4. (dîn) Hemû kur û mêrên ji eynî dînî yan mezhebê.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
    Roja şerî ew hezare mêr bû
    Tacdîn du bira hebûn di qellaş
    Manendê du şahbazê cemmaş

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina bira
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bira bira
Îzafe bira birayên
Çemandî bira birayan
Nîşandera çem. bira wan birayan
Bangkirin birayo birayino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî birayek birayin
Îzafe birayekî birayine
Çemandî birayekî birayinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Nêzîk

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji ji proto-hindûewropî *bʰréh₂tēr.

Hevreha soranî/kelhûrî/lekî/hewramî/zazakî bira, mazenderanî برار (birar), hexamenişî 𐎲𐎼𐎠𐎫𐎠 (brātā), pertî û pehlewî 𐭡𐭥𐭠𐭣𐭥(brad, brader), avestayî 𐬠𐬭𐬁𐬙𐬀𐬭‎ (brater), belûçî برات‎ (berat), farisî برادر (birader, berader), tacikî бародар (barodar), sanskrîtî भ्रातृ (bhrātṛ) (bhrā́tṛ), hindî भ्राता (bhrātā) û भ्रातृ (bhrātŕ), ûrdûyî بھراتا‎ (bhrātā) û بھراتر (bhrātŕ), rusî/belarusî/ukraynî/bulgarî/makedonî брат (brat), sirbî бра̏т (brȁt), polonî/slovakî brat, çekî bratr, latviyayî brātarītis, lîtwanî broterėlis/brólis/brotis, yûnaniya kevn φρᾱ́τηρ (phrā́tēr) (phrā́tēr), îngilîzî brother, almanî Bruder, holendî broeder/broer, danmarkî/norwecî/swêdî broder/bror, latînî frāter, îtalî frate/fratello, fransî frère, ermenî եղբայր (eġbayr) (ełbayr)...

Çavkanî:
  • Horn, Paul (1893), Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingeha etîmolojiya farisî] (bi almanî), Strasbourg: K.J. Trübner, rûpel 45
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 12
  • MacKenzie, David Neil (1966), The dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary[1] (bi îngilîzî), Kommissionaer: Munksgaard (København)
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <Etymonline> by Douglas Harper.
  • Pokorny, Julius (1959), Indogermanisches etymologisches Wörterbuch [Ferhenga etîmolojî ya hindûewropî] (bi almanî), cild 1, Bern, München: Francke Verlag, rûpel 163

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]
  • Soranî: bira
  • Kurdiya başûrî: bira
    Şêxbizinî: bira, birang
  • Lekî: bira
  • Hewramî: bira
  • Zazakî: bira, birar

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya brother a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

bira cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar)

  1. (bira, bi rastî, rasteqîn) Binêrin: birra û berra

Hoker

[biguhêre]

bira

  1. (Sirûc, Anatolia/Axsere, Wêranşar, Bismil, Riha, Deşta Mêrdînê, Îdir, Agirî, Wan/Bazîdaxa, Qers/Qaxizman, Mûş, Semsûr/Kolik, Farqîn, Sêwreg, Meletî, Çewlik/Gêxî, Êlih) Guhartoyeke bila (dibe ku; divê ku).

Formeke navdêrê

[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Îzafe bira birên

bira

  1. Rewşa îzafeyî ya yekjimar a binavkirî ya bir (birr).
[biguhêre]

bira n

  1. (malbat) bira,
    (kurê ji eynî dêbaban)
[biguhêre]

bira (pirjimar biraان (biraan))

  1. (malbat) bira,
    (kurê ji eynî dêbaban)
[biguhêre]

bira

  1. (erdnîgarî) çem, ro, robar

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên çem hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

bira

  1. bîre, bîra, avceh