dîn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

sembolên hinek dîn û baweriyan
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dîn dîn
Îzafe dînê dînên
Çemandî dînî dînan
Nîşandera çemandî dînî wan dînan
Bangkirin dîno dînino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dînek dînin
Îzafe dînekî dînine
Çemandî dînekî dîninan

dîn nêr

  1. Bîr û baweriyên mirovan li ser hindê ka dinya û mirov çawan çêbûye û Xwedê yan xweda çawan in û têkiliyên Wî yan wan û mirovan çawan in
    Hevmane: ayîn, bawerî, ol, peristkarî, diyanet
    Dînê îslamê, dînê fileyan, dînê êzidiyan, dînê zerdeştiyan, dînê cihûyan.
    Dîn û îman nan e, nan ku tune be, bende îro êzdî ye sibe misilman e
    • Daye me mîrasa Qur'ana Kerîm
      Dînê me kir kamil û ni'met-temam
       — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Peyveke hevpar ya Rojhilata Navîn e., hevreha farisî دین‎, pehlewî dên, avestayî deêna û belkî sanskrîtî धर्म (dherme-). Peyva "dîn" bi hezaran sal e ku hem di zimanên îranî û hem jî yên samî de heye: avestayî "deêna", pehlewî "dên", akadî "dînu" (di wî zimanî de bi maneya "qanûn"ê). Bi ihtimalek mezin rehê peyvê samî ye lê ji akadî (ku zimanek samî ye) bi rêya zimanek din (belkî elamî) ketiye avestayî û ji avestayî jî ketiye pehlewî û taliyê dîsa li erebî vegeriye. Forma niha ya kurdî/farisî bi ihtimalek mezin bi rêya îslamê ji erebî hatiye wergirtin lê dîroka wê gelek dirêj û hêja ye. Bo peyvek din jî ku pêşî ji zimanên îranî ketiye zimanê erebî û paşî bi forma xwe ya erebî li zimanên îranî vegeriye, binere: birc.

Idiaya Beghyani, ku dibêje "dîn" peyveke hindûewropî ye, bêbingeh e ji ber ku ji bilî zimanên îranî ev peyv di zimanên din yên hindûewropî de peyda nabe. Zimanên îranî jî ew ji zimanên rojhilatî wergirtiye.[çavkanî hewce ye] Gelek berî avestayî ew peyv di zimanên samî de - wek akadî - hatiye bikaranîn.[çavkanî hewce ye]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
dîn dîntir herî dîn
dîntirîn

dîn

  1. kesa/ê bêaqil, bêhiş, bêmejî
  2. har, netebitî

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Kurtkirina dêwane, dêwîn, hevreha farisî دیوانه(dîvanê) ji dêw (bi maneya cin) + -ane. Bide ber mecnûn.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 2[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dîn dîn
Îzafe dîna dînên
Çemandî dînê dînan
Nîşandera çemandî dînê wan dînan
Bangkirin dînê dînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dînek dînin
Îzafe dîneke dînine
Çemandî dînekê dîninan

dîn

  1. dên, dêhn, dihn, bal, mereq, serinc, enteres
    • Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader/ Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der/ Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seraser/ Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e. — (Seydayê Tîrêj: Bilbilê Dilşadî)

Lêker[biguhêre]

dîn

  1. Guhartoyeke dîtin.