dêw

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dêw dêw
Îzafe dêwê dêwên
Çemandî dêwî dêwan
Nîşandera çemandî dêwî wan dêwan
Bangkirin dêwo dêwino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dêwek dêwin
Îzafe dêwekî dêwine
Çemandî dêwekî dêwinan
Dêwek jinekê direvîne.

dêw bi gelemperî nêr

  1. Hin afirandiyên aşopî anku çîrokî yên pir mezin.
    • Lê ko hişyar im gelo yan xewn e min dîtî bi xwab
      Dêwê mel'ûn û munafiq ê Xudê rûreş kirî
      Ma bi bala hilkişêtin 'aqibet çî bit selab
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)
  2. Kesa/ê pir zexim anku gir.

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha soranî دێو(dêw), zazakî dêw (devoka Çewlîgê dêb, dyêb), belûçî [skrîpt hewce ye] (dêw), farisî دیو(dîv, dêv), peştûyî [skrîpt hewce ye] (dêw), pehlewî dêv, hexamenişî deyve-, avestayî 𐬛𐬀𐬉𐬬𐬀(deêve-, deêwe-), sanskrîtî देव (devá, xweda), rûsî диво (dîvo, ecêb), latînî dīvus (xwedayî) û deus (xweda > fransî dieu, spanî dios), latviyayî dievs (xweda), lîtwanî dievas (xweda), yûnaniya kevn Ζεύς (Zeús) (Zêûs: xweda, Zeûs), hîtîtî 𒅆𒍑 (sîus: xweda), îngilîziya kevn Tīw (xweda > îngilîziya nû Tuesday = sêşem, "roja Tīwî")... hemû ji proto-hindûewropî *deywós (xweda, esmanî) ji *dyew- (esman, roja li esmanan) ku herwiha serekaniya diēs (roj, 24 saet) ya latînî ye.

Pêşî wateya peyvê "xweda" bû lê paşî di zimanên îranî de maneya wê guherî û bû "xwedayê jêrîn, dêw, şeytan".

ديو(diyû) ya erebî, dev ya tirkî, دیو(dîv) ya osmanî, դեւ (dew) ya ermeniya kevn, դև (dew) ya ermeniya nû, დევი (devi) ya gurcî, دیو(dîv) ya urdûyî, див (dîv) ya sirbî, div ya xirwatî... ji zimanên îranî hatine wergirtin.

Çavkanî
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots [arşîv], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2em

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Formeke navdêrê[biguhêre]

dêw

  1. Rewşa çemandî ya nêr a yekjimar a binavkirî ya dew.
    Ew dêw vedixwe.Ew dewî vedixwe.

Hevmane[biguhêre]