Here naverokê

Xwedê

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina Xwedê  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Xwedê Xwedê
Îzafe Xwedê Xwedêyên
Çemandî Xwedê Xwedêyan
Nîşandera çemandî Xwedê wan Xwedêyan
Bangkirin Xwedêyo Xwedêyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî Xwedêyek Xwedêyin
Îzafe Xwedêyekî Xwedêyine
Çemandî Xwedêyekî Xwedêyinan
Di hin dînan de Xwedê erd û esmana afirandiye.

Xwedê n

  1. Xaliq, afirînerê dinyayê û hemî tiştê heyî (li gor dînan anku baweriyan).
    Xwedê ji te razî be.
    • Şukur şev çû û roj hatê
      Xweda xesal û qettar e
      Xesalî nerm kirin şuştin
       — (Feqiyê Teyran, )
    • Me'azallah gotiye ko: Xwedê te pazêd min qir kirin, tu li ku yî? Were em bikine şer. Û bi xwe jî ji hespê ketiye û mirar bûye. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010ISBN 9789944360678)
    • *Păkiž xudē, păkiž zahm, pākiž vēmarg, kōy hātī xāčē iž kir ma, řahmatē ma. — (D.N. MackenzieThe Language of the Medians ji Matenadaran MS 7117 (1430-1446)[1]1959)
      Pakij xodê, pakij zahm, pakij vêmarg, koy hat'î xaç'ê ij kir me, rehmet'ê me[1]

Bikaranîn

[biguhêre]

"Xwedê" hem forma tewandî û hem jî ya netewandî ye ji ber ku ew bi "ê" diqede. Bi heman awayî peyva "" hem forma netewandî û hem jî ya tewandî ye (bikaranîna forma "rêyê" wek di "li ser rêyê" de tewandina "hîperkorekt" e anku ji pêwîstiyê zêdetir e.)

Herwiha

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha farisî خدا (Xuda), soranî خوا (Xwa), farisiya navîn Xweda, xwarezmî Xwedêw, sogdî Xwetaw, avestayî Xwedate-, hemû ji xwe + taw- (hêz, şiyan, karîn > soranî tiwanîn = karîn, şiyan) anku maneya "Xwedê" dibe "[bi-]xwe-[bi]hêz". Bide ber yûnanî αὐτοκρατής (autokratês: otokrat, serwer, desthilatdarê bi hêza bêsinor) ji αὐτο- (auto: xwe) + κράτος (kratos: hêz). Peyvên kurdî xwedan, xwedî, xatûn, xoce jî ji eynî rehî ne. "Xwe" ji proto-hindûewropî *swe- ye, "taw-" jî ji proto-hindûewropî *tep- (germ kirin, enerjî danê) ye ku herwiha serekaniya peyva tav ya kurdî ye jî.

Ku di kurmancî de "Xwedê" bi "ê" û di farisî de "Xuda" bi "a" û di soranî de jî "Xwa" bi "a" ye, ew tiştekî pirr siriştî ye ji ber ku gelek caran li hemberî "a" ya farisî yan soranî yan zazakî di kurmancî de "ê" heye: bo nimûne, "asan" ya farisî û soranî di kurmancî de "hêsan" e, "hak" ya zazakî di kurmancî de "hêk" e û hwd.

Hêjayî gotinê ye ku tevî forma kurmancî ya devkî "Xudê" û ya farisî "Xuda" gelek dişibin "God" ya îngilîzî û bi taybetî jî Gud ya swêdî lê têkiliya wan ya etîmolojî bi hev re nîne. Ew ji proto-hindûewropî *ǵʰuto- (gazîkirî, banglêkirî) tên.

Ramîna ku ji xwe + dan anku xwe afirand hatibe etîmolojiya gelêrî ye, binêrre li êzdan.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara God a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ Ergin OpenginAmadekar: Hamit Bozarslan The Cambridge history of the Kurds, Cambridge, r. 614, ISBN 978-1-108-62371-1