Here naverokê

hiş

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈhɘʃ/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: hiş
[biguhêre]

hiş n

  1. aqil, bîr, hişyarî, haydarî, agadarî:
    Hiş di serî de nîne!Bêaqil e.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Beşek Ji Folklora Kurdî: Çîrok, Mehmet Bozkoyun, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi:
      Di hemû ziman û çandan de hişê mirov diçe: Kurmanc dibêjin: “Hişê min diçe”. Zaza dibêjin: “Hêşê min şono”. Tirk dibêjin: “Başım dönüyor”. Yanê peyv bi peyv “Serê min dizivire”
    • ~ 1720, Mela Hisênê Bateyî, Mewlûda Kurdî:
      Sacîdû bê hiş kerî sed salî dî
      Ez dizanim La îlahe îlla Tu yî
    • 1898, Mîqdad Mîdhet Bedirxan, “Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm”, bi amadekariya Mehmet Emîn Bozarslan, li ser Kurdistan[1], cild 1, hejmar 1, Weşanxana Deng, di 1998 de hate weşandin, rûpel 1:
      Sed hezar şikir û hemd ji Xwedê teala re, em Musulman xelq kirin û zanîna ilm û marîfetê re hiş û zeka da me.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina hiş
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hiş hiş
Îzafe hişê hişên
Çemandî hişî hişan
Nîşandera çem. hişî wan hişan
Bangkirin hişo hişino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hişek hişin
Îzafe hişekî hişine
Çemandî hişekî hişinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *h₂ows- ("guh"), proto-îranî *uş (guh; hiş), hevreha guh ya kurdî, هوش (hûş: hiş) û گوش (gûş, guh) yên farisî, zazakî goş (guh) ya zazakî,, هۆش (hoş, hiş) û گوێ (gwê, guh) yên soranî, [skrîpt hewce ye] (oş/hoş, hiş) ya pehlewî, [skrîpt hewce ye] (uşî, hiş) ya avestayî... उसि (usi) ya sanskrîtî, vesh (guh) ya albanî, ausis (guh) ya lîtwanî, οὖς (oûs, guh) ya yûnaniya kevn, auris (guh) ya latînî (> oreille ya fransî), ухо (úxo, guh) ya rusî...

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya mind a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr

[biguhêre]

hiş

  1. bêdeng, bêpêjn:
    Hiş be!Bêdeng be! Neaxive!
    Ew qet hiş nabe!Ew her diaxive. Ew berdewam dipeyive.
  2. aşt, aram, tena, rihet:
    Dayikê zarokê xwe hiş kir.

Formên alternatîv

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya silent a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Baneşan

[biguhêre]

hiş

  1. bêdeng be, bêdeng bin!:
  2. Hiş, qet neaxive! (Bêdeng be, hîç nepeyive!)

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya shh a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Anagram

[biguhêre]
[biguhêre]

hiş

  1. hişt, hiş, :
    Hişt, buraya gel!Hê, were virê!