Here naverokê

poz

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈpʰoːz/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: poz
[biguhêre]
poz (1)

poz n, p-ya req

  1. (anatomî) Parçeya leşî ya li rûya mirov û candarên din bêhna xwe tê re dikişînin û berdidin, pê bêhn dikin tiştan û kilmûşî tê re diavêjin.
    Hevmane: bêvil, difin, kepî, lût
  2. Pêşîya an parçeya tûj ya alavek.
    • 2023, J.R.R. Tolkien, tercimekirina Samî Hêzil, Hobbit, çapa 1ê, Enqere: Cervantes, →ISBN, rûpel 25:
      ...ronahîyek şîn li pozê gopalê xwe yê bisêr da,

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina poz
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî poz poz
Îzafe pozê pozên
Çemandî pozî pozan
Nîşandera çem. pozî wan pozan
Bangkirin pozo pozino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pozek pozin
Îzafe pozekî pozine
Çemandî pozekî pozinan

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha farisiya navîn poz, pûz, belûçî پونز (ponz), (lekî pêt, lurî pit, ) peştûyî پزه (pêzh), osetiya îronî фындз (findz), osetiya dîgorî фий (fiy), ji proto-hindûewropî *neh₂s- yan *nh₂es-, bide ber rusî нос (nos) (nos), lîtwanî nosis, îngilîzî nose, latînî nāsus, fransî nez, almanî Nase, swêdî näsa, sanskrîtî नासिका (nāsikā) (nasika-)... Sebebê guherîna "n > p" di zimanên îranî de nayê zanîn. Peyva "poz" di gelek devokên kurmancî û herwiha di soranî û farisî de bi maneya "organa nefesê" ne li kar e.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

poz m

  1. qûn, paşî
  2. quz, vajîna[Ji bo vê maneyê çavkanî hewce ye. (+) ]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ihtimalen bi guherandina "quz / qûn/qon > poz" (difin, kepî, bêvil, lût) ji ber tabûyê.

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

poz cins hewce ye (c=m: mê, c=n: nêr, c=mn: mê û nêr, c=nt: nêtar)

  1. xwexemilandin yan bişirîn bo wênegirtinê
    • 2007 îlon, Rohat Alakom: Serpêhatiya Mîr Îsmaîl Beg, Netkurd.com:
      Berî çend salan dema min di derbarê pêwendiyên kurd û swêdiyan de kar dikir, ez di arşîvan de rastî sûretekî gelek xweş hatibûm. Bi kincên xwe yên herêmî ve poz dabû.

Etîmolojî

[biguhêre]

Deyn ji îngilîzî pose ji fransî poser.

Werger

[biguhêre]

poz dan

[biguhêre]

poz n

  1. bîr (çala avê, kaniya neftê û hwd)

Çavkanî

[biguhêre]
Ev made ji wergerên bîr hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]
[biguhêre]

poz

  1. wuçan, poz
  2. fors, kuşpenetî