berdan

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

lêkera pêkhatî, gerguhêz
navdêr,

Tewandina lêkera dan
RP.
Niha
Yekjimar Pirrjimar
ez berdidim em berdidin
tu berdidî hûn berdidin
ew berdide ew berdidin
Ji bo hemû formên din:
1rightarrow.png Tewandin:berdan

Wate[biguherîne]

  1. negirtin, zeft nekirin
    • Destê min berde! (Destê min negire, zeft neke!)
  2. azad kirin, serbest kirin, hêlan biçe anku herre, dan anku destûr dan ku kesek biçe
    • Girtî hatin berdan. (Girtî ji zîndanê derketin.)
  3. cuda bûn, li gel neman, pê re neman, jê veqetîn, jê qut bûn
    • Wî jina xwe berdaye. (Ew êdî li gel jina xwe najî. / Êdî ne jinûmêrên hev in.)
  4. lê neman, hêlan, lê nebûn xwedî
    • Wan mal û milkê xwe berda û bar kir bajarrekî.
  5. hilkirin, ron kirin, geş kirin, xweş kirin, vêxistin
  6. bestî bûn, ne man qerisî

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

Wer kuştiyan ji wan yengiyan bi wan tiliyan xweş ke giyan
Kir şefqe mîr anîme bîr berdan mi tîr kirme esîr
Neg'ha feqîr zulfa herîr avêhte şîr da pê meheq
(Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Tewîn[biguherîne]

Lêker

  • ber-d-

Bide ber[biguherîne]

Binere herwiha[biguherîne]

Ji[biguherîne]

  • ber- + dan
  • Ji bona "berdan" = "agir kirin, hil kirin...". Bi sûmerî em dibêjin "bar" ji bo "berdan, agir kirin, geşkirin" [2], û "ĝeš-bar" [3] ji bo "agir".

Em ditin kû maneyên peyvên "geş kirin" û "ĝeš-bar" gelek nezik in. Herweha "ber" agir e ji bo peyva "berdan, wekê bi sûmerî "bar" û "ĝeš-bar".

[biguherîne]

Werger[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]