Here naverokê

bırakmak

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • Deng: guhdar bikeⓘ(file)

Lêker

[biguhêre]

bırakmak

  1. berdan, hiştin, hêlan
  2. berdan (ji bo tiştê ku mirov êdî nikaribe di destê xwe de bigire)
  3. dest jê kirin
    keşke okulu bırakmasaydım ― xwezila min dest ji meytebê nekira
  4. tê kirin, tê xistin
    kediyi buraya bırak ― pisingê têke
  5. hêliştin, hêlan (ji bo ku mirov karekî bihêle demeke din)
    gezmeyi haftaya bıraktık ― me geşt hişte heftiya bê
  6. danîn (ji bo jibîrkirina tiştekî)
    acaba eldivenlerimi nereye bıraktım ― gelo min lepikên xwe li ku derê hiştin
    silah bıraktılar ― çek danîn
  7. hêlan (ji bo destnedana tiştekî)
    masayı yerinde bırak ― maseyê li cihê wê bihêle
  8. hêlan (ji bo ku mirov tiştekî di dest xwe de bigire, jê hilîne)
    paranın bir kısmını bırak ― hinek ji pere bihêle
  9. hêlan (hiştina berpirsiya tiştekî ji yekî re)
    bu işi artık ben sana bırakıyorum, bütün sorumluluk sende
    ez vî karî ji te re dihêlim, êdî hemû berpirsî li ser te ye
  10. berdan (jê re nebûn manî û asteng)
    bırakın ben gideyim ― bihêlin ez herim
  11. berdan (ji bo pê de berdanê)
    saçlarını omuzuna bırakmış ― porên xwe berdaye ser milên xwe
  12. hêlan (ji bo kese ku bimire, an jî veqete û li dû xwe tişt mişt bihêle)
    karısına çok mal bıraktı ― ji jina xwe re gelek mal hişt
  13. dev jê qerîn, dev jê berdan, terikandin, terk kirin, şemirandin (gava ku yek dev ji kurm û xûyekî xwe an jî karekî xwe berde)
    sigarayı bırakacak mısın? ― tu dê dev ji cixareyê berdî?
  14. dev jê qerîn (êdî bi tiştekî mijûl nebûn)
    bu meseleyi bırakalım ― em dev ji vê meseleye biqerin
  15. berdan (ji bo dirêjkirina, por, rî û simbêl)
    Azadı gördün mü, sakal bırakmış ― te Azad dît, rî berdaye
  16. berdan (ji bo azadkirin û serbestkirina kesekî an jî tiştekî)
    kafesteki kuşu çoktan bırakmış ― çûkê di qefesê de ji mêj ve berdaye
  17. berdan (ji bo ku gava jin û mêr hev berdidin)
    adam karısını bırakmış ― mêrik jina xwe berdaye
  18. hêlan (di rewşeke xerab de hiştin û çûn)
  19. terk kirin
    beni yolda bırakmayın ― min li rê nehêlin
  20. hiştin (di sinifê de hiştina yekî)
    öğretmen üç tembel çocuğu sınfta bıraktı
    mamoste sê xwendekarên tiral di sinife de hiştin
  21. dan (di dema bazarkirinê de li hev kirin)
    parça başına sana bir milyona bırakabilirim
    ez dikarim serê parçeyê bi milyonekî bidim te
  22. hiştin (ji bo parastin û lênihêrtinê)
    eşyamı size bırakıp gideceğim ― ez dê eşyayê xwe li cem we bihêlim û herim
  23. hêlan (ji bo bi xwe re nebirinê)
    çocuklarımı evde bıraktım ― min zarokên xwe li malê hiştin
  24. dan destê (yekî) (ji bo ku gava yek mafê xwedîbûna malê xwe an jî tiştekî xwe ji yekî din re bihêle)
    arazisini muhtara bırakmış ― araziye xwe daye destê keya
  25. ji hev berdan
    masanın naylonu bırakmış ― naylonê maseyê berdaye
  26. hiştin
    iz bırakmış ― rêç hiştiye
    bırak Allahını seversen ― de dev jê berde lo/lê; de dev jê biqere lo/lê