hêlan

Ji Wîkîferheng
Here nagîvasyonê Here lêgerînê

Kurdî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

hêlan (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -hêl-
RP.
Niha
ez dihêlim
tu dihêlî
ew dihêle
em, hûn, ew dihêlin
Fermanî Yekjimar bihêle
Pirjimar bihêlin
Rehê dema borî: -hêla-
RP.
Boriya
sade
min hêla
te hêla
wê/wî hêla
me, we, wan hêla
Formên din: Tewandin:hêlan

hêlan lêkera xwerû, gerguhêz

  1. hiştin, hêştin, hîştin, hêladin
  2. Berdan, dest jê berdan, dev jê berdan.
    Min karê xwe nehêlaye.
  3. Çûn û li gel xwe nebirin.
    Wî zarrokên xwe li Kurdistanê hêlan û hat Elmanyayê.
  4. cuda bûn, jê veqetîn, li gel neman.
    Çend sal in ku wî jina xwe hêlaye?
  5. Destûr dan, dan, izin dan, pejirandin, qebûl kirin.
    Polîs nahêlin em newrozê pîroz bikin.
  6. Amûrek bi benik li hewa girêdayiye û zarok tê de xwe doş dikin.
    Ji hêlanê ket û serê xwe şikand.

Hevmane[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî: *selg- ("hêlan, hiştin, rê dan"), proto-îranî: *herz- ("hêlan, hiştin, rê dan"), avestayî: herşte-/harezāna-- ("hêlan, hiştin, rê dan"), farisiya kevn: aveherd- ("rê dan"), partî: hyrz- ("rê dan"), pehlewî: hyl- ("rê dan"), farisî: hiştan/hil- ("rê dan"), belûçî: hişt/hill- ("rê dan") … alfabeya arî, kîrîbatî: aşten/āl- ("rê dan"), kurmancî: hiştin/hêl- ("hiştin, rê dan"), soranî: hiştin/hêll- ("hiştin, rê dan"), hewramî: aştey/āz- ("rê dan"), (zazakî: verdayene/verda-) ("hiştin, rê dan"), sanskrîtî: sarj ("hêlan, hiştin, rê dan "), hîtîtî: salk, îngilîzî: sulky

Çavkanî: Cheung p.133

Werger[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêlan hêlan
Îzafe hêlana hêlanên
Çemandî hêlanê hêlanan
Nîşandera çemandî hêlanê wan hêlanan
Bangkirin hêlanê hêlanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hêlanek hêlanin
Îzafe hêlaneke hêlanine
Çemandî hêlanekê hêlaninan

hêlan

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.
    Mînakek bidin... (biguhêre)

Werger[biguhêre]

Navdêr 2[biguhêre]

hêlan

  1. hêlekan, colank

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]