ron

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Rengdêr 1[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
ron rontir herî ron
rontirîn

ron

  1. geş, pertewdar, rewneqdar, rewşen, ronîdar, ne tarî, cihê ronahî lê heye
  2. aşkera, diyar, xwiya, zelal, berçav, wazih kirin
    • Weko evan dayê avê, melayê dît ku çar pîstêd biçûk ronê bir ser avê ketiyê têtin. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 59, ISBN 978-605-5683-27-6)
    • Cemal Nebez, berevajî rastiya ron, di ferhenga xwe de idia dike ku bo nimûne peyvên wek ”silav, welat, wijdan” ne ji erebî ”selam, wilayet, wicdan” in lê ”welat” bi ”war” ve, ”silav” bi ”salute” ya latînî ve û ”wijdan” jî bi ”wisdom” ya inglîzî ve girê dide bêyî ku ti bingehekî rastiyê ji van gotinan re hebe. — (Husein Muhammed:”Ferhenga etîmolojiya kurdî” ya ”Keça Kurd”, kovara Kanîzar, hejmar 4/2015)
  3. xweş
    Paşerojeke ron li benda me ye.

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Têkildarî peyva roj, ro

proto-hindûewropî *leuk- (biriqîn, ron bûn) > *louk-sno- ("ron")

Proto-Aryayi ra *rewxşin- ("biriqîn, ron bûn")
Avarî: rewxşne- ("ron")
Partî: wruşn- ("biriqîn")
Pehlewî: roşen- ("ron")
sogdî: ruxšin- ("ron")
Farisî: roşen- ("ron")
Osetî: roxs ("ron")
Kurmancî: ron ("ron")
Soranî: ronak, roşin ("ron") ...
Hewramî: roşin ("ron") ...
Zazakî: roşn ("ron")
Latînî: lūna ("heyv") ...
Çavkanî: Cheung p.321, Horn p.140, Watkins p.49, MacKenzie P.128, Etymonline
Hevreh: roj

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr 2[biguhêre]

ron

  1. ne req, avî, wek avê herikbar, şil, heliyayî

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Javayiya kevn[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

ron

  1. pel (parçeya nebatan)

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên pel hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]

Javayî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

ron

  1. pel (parçeya nebatan)

Çavkanî[biguhêre]

Ev peyv ji wergerên pel hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]