Here naverokê

girtin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ɡɘɾˈtɘn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: gir·tin

Lêker

[biguhêre]
girtin (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -gir-
RP.
Niha
ez digirim
tu digirî
ew digire
em, hûn, ew digirin
Fermanî Yekjimar bigire
Pirjimar bigirin
Rehê dema borî: -girt-
RP.
Boriya
sade
min girt
te girt
wê/wî girt
me, we, wan girt
Formên din: Tewîn:girtin
Du kes diyariyan ji hev digirin.

girtin gerguhêz (lêkera xwerû), r-ya nerm, t-ya nerm

  1. Zeft kirin, bernedan, bestin.
    Min gog di destê xwe de girt.
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Mûyekê pê ji xetê wê but û latê nadim
      Ger bidit destê tewafa pê û destan bigirim
      Wê mecalê bi wuqûfa 'Erefatê nadim
  2. qepat kirin, daxistin, daêxistin, derîdaxistin:
    Ji kerema xwe, derî bigire.
  3. Zindanî kirin, hefs kirin, berbend kirin, asê kirin
    Polîsan xwepêşander girtin.
  4. Wergirtin, bi dest ketin, standin, bi dest xistin
    Kê xelatê edebiyatê girt?
  5. dagir kirin, îşxal kirin, fetih kirin, standin:
    Şervanan bajar girt.
  6. kirê kirin, deman kirin
    Dixwazim xaniyekî bo xwe bigirim.
    • 2020, Robert Louis Stevenson, tercimekirina Ciwanmerd Kulek, Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, Stenbol: Avesta, →ISBN, rûpel 79:
      Min wî xaniyê li Sohoyê girt

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Nêzîk

[biguhêre]

Dijmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *gʰrebh₂-, proto-îranî *greb-.

Hevreha گرتن (girtin) ya soranî, girewtene ya zazakî, گرفتن (giriften) ya farisî, greb- ya avestayî û farisiya kevn, girew- ya parsî, gir- ya pehlewî, gib- ya sogdî, gêr- ya hewramî, sanskrîtî गृह्णाति (gṛhṇāti), îngilîzî grab, grip û grasp, elmanî greifen, rusî грабить (grabîti)...

Çavkanî:
  • Cheung, Johnny (2007), Etymological Dictionary of the Iranian Verb [Ferhenga Etîmolojiyê ya Fiîlên Îranî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series [Leiden Seriya Ferhengên Etîmolojiya Hindûewropî]; 2) (bi îngilîzî), Leiden, Boston: Brill, →ISBN, rûpel 120
  • Watkins, Calvert (2007), The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots (bi îngilîzî), çapa 2an, Boston: Houghton Mifflin, rûpel 31
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya hold a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya shut a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya get a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

girtin m

  1. zeftkirin, bernedan
    Girtina gogê di destê xwe de.
  2. daxistin, daêxistin, qepatkirin
    Girtina derî û pencereyan.
  3. binçavkirin, girtina bin çavan, hefskirin, zindankirin
    Girtina siyasetvanan.
  4. wergirtin, bidestketin, bidestxistin, standin
    Girtina xelatan.
  5. dagirkirin, îşxalkirin, fetihkirin, standin
    Girtina bajar ji aliyê şervanên opozisyonê ve.
  6. bikirêgirtin, kirêkirin
    Girtina xaniyekî li vê taxê.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina girtin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî girtin girtin
Îzafe girtina girtinên
Çemandî girtinê girtinan
Nîşandera çem. girtinê wan girtinan
Bangkirin girtinê girtinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî girtinek girtinin
Îzafe girtineke girtinine
Çemandî girtinekê girtininan

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya arrest a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.