vedan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  • IPA(kilîd): /vɛˈdɑːn/
  • Jihevqetandin: ve·dan

Lêker[biguhêre]

vedan (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: ve-d-
RP.
Niha
ez vedidim
tu vedidî
ew vedide
em, hûn, ew vedidin
Fermanî Yekjimar vede
Pirjimar vedin
Rehê dema borî: ve-da-
RP.
Boriya
sade
min veda
te veda
wê/wî veda
me, we, wan veda
Formên din: Tewandin:vedan

vedan lêkera pêkhatî, gerguhêz

  1. dan aliyekî, dan rexekî, ji rakirin
    Xwe ji rêya axayî vedin! (Rê bidin axayî! / Rêya axayî asteng nekin!)
  2. dav yan xefik bi cih kirin daku kew yan heywanên din bikevinê
  3. pê vedan, (mar yan heywanek din yê jehrawî) jehr avêtin kesekê/î
    • Marê reş bi te vedaye. (Marê reş tu gez kiriye)
  4. pê vedan, dizbêrotî kirin, ispiyon kirin, têvenîn, pê venan (Bi têkildarkirina maran û heywanên jehrewî)
  5. bên vedan, rehet bûn, vehesîn
  6. dîsan dan
  7. hildan u berhevkirina xîvetê, xîvetvedan
  8. çirisîn
    • Hîn peyva wî di devê wî de bû şîrqînek ji ewr hat û birûskê veda. Bi vedena birûskê re, çavên wî li jina wî û li xwîna li ser wê ket. — (Firat CewerîGirtî, Weşanên Nûdem1986)

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Bişkoyên benda girîbanê ji rengê kewkeban
    Berq û tîr û jîn ji Xwirşîdê vedayê rast û çep
    Kewkeb û qewsê qezeh lû'lû'ê benda heyderî
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji ve- + dan.

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî vedan vedan
Îzafe vedana vedanên
Çemandî vedanê vedanan
Nîşandera çemandî vedanê wan vedanan
Bangkirin vedanê vedanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî vedanek vedanin
Îzafe vedaneke vedanine
Çemandî vedanekê vedaninan

vedan

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.

Werger[biguhêre]