jehr
Kurdî[biguherîne]
Bilêvkirin[biguherîne]
[biguherîne]
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | jehr | jehr | ||
Îzafe | jehra | jehrên | ||
Çemandî | jehrê | jehran | ||
Nîşandera çemandî | wê jehrê | wan jehran | ||
Bangkirin | jehrê | jehrino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | jehrek | jehrin | ||
Îzafe | jehreke | jehrine | ||
Çemandî | jehrekê | jehrinan |
jehr mê
- maddeyê dikare mirovî nesax bike yan bikuje ger bikeve leşî bu mînak
- Îlan misalê ser li mil
Kuştîn û jehr avête dil
Hêj kuştiyên remza berê— (Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî) - Di dawiyê de keçik jehrê dixwe, dimire. — (Folklor û jinên kurd, Rohat Alakom, Weşanxaneya Nefel)
- Gava ko cewaba mirina Heso ji min re were, ezê fincanekî jehrî wexwim. — (Filîtê Quto, Salihê Kevirbirî, Weşanxaneya Nefel)
- - Hela hiş be lo, jehr di nava peran de be.— (Firat Cewerî Girtî, Weşanên Nûdem, 1986)
- Îlan misalê ser li mil
Ji wêjeye[biguherîne]
Huseyîn Qulixan pirsê diketin ku Mîr 'Eli tu ji boyê çi hatî, min tu virêkirî ku her dayîm di xizmeta paşayê da bibî û bimîni? Icarê Mîr 'Elî dibêjitin ku, Xan te ez virêkirime nêva tayfeyekê ku wucûda wan bi xwe derd û bela ne, mirin û kuştin ji wan peyda dibitin, ew xelqê û 'ibadullahê dikujin û rencîde dikin, bedena wan bi xwe jehrî ye, nexweşî û jehr dê bi jeherê çi biketin, hal û hikayeta Ishaq Paşayê û ehalêd Kurdistanê eve ye û ez penç mehan di nêva wan danê sakin bûm, esla yek ji wan muhtacê 'ilacê nebûn û axirê jî min dît ku ewan ew zadêd weko jehrê xwarin, dîsanê li wucúda wan tesîr nekirin, êdî min zanî ku betal e, ez hatim.— (Mele Mehmûdê Bazîdî, Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, Lîs, 2010, çapa 11em, r. 113, ISBN 978-605-5683-27-6)
Bi alfabeyên din[biguherîne]
- kurdî-erebî: ژههر
Pîrepend[biguherîne]
- Namûs ji mêr re jehrji mêr re
- Bejn şehr e, dil jehr e
Biwêj[biguherîne]
- jehra Silêmanî vexwerin
- ji rûyê yekî jehr barîn
- Bi jehrê pingihîn
Herwiha[biguherîne]
Bikaranîn[biguherîne]
Lêker:
Navdêr, mê:
Rengdêr:
Etîmolojî[biguherîne]
Hevreha soranî ژههر (jehr), kelhurî jyer, parsî jehr, farisî زهر (zehr), pehlewî zehr, avestayî cethre-, ji proto-hindûewropî *gʷhntro- (kujer, kujek) ji *gʷhen- (lê dan, kuştin) ku herwiha serekaniya peyva bi maneya "lê dan" yan "kuştin" ya gelek zimanan e: avestayî 𐬘𐬀𐬌𐬥𐬙𐬌 (ceynti-), sanskrîtî हन्ति (heynti-), ermeniya kevn գան (gan), yûnaniya kevn θείνω (theinō) û φόνος (fónos), latînî of-fendō, sirbî/xirwatî žeti/ жети, lîtwanî genėti... Binere jenîn. Zehir ya tirkî ji zimanekî îranî ye.
Jê[biguherîne]
Werger[biguherîne]
- Almanî: Gift nt
- Erebî: سم → ar, ?سِم → ar (sim), ?الحمة → ar, ?الذعاف → ar, ?القشب → ar, ?القـشب → ar
- Farisî: زهر (zeher), سم → fa, زهر → fa
- Fînî: myrkky → fi
- Fransî: poison nêr
- Hindî: विष (viś), ज़हर (zeher), जहर (jeher)
- Holendî: gif nt, vergif nt, vergift nt
- Îbranî: סַם nêr
- Inglîzî: poison → en, venom → en, bane → en, ?toxicant → en
- Îtalî: veleno nêr
- Japonî: 毒 → ja (どく, doku)
- Polonî: trucizna → pl m, jad nt
- Portugalî: veneno → pt m, peçonha → pt m, tóxico → pt m
- Rusî: яд (yad)
- Spanî: veneno nêr
- Swêdî: gift → sv
- Tirkî: zehir → tr, ağı → tr, sem → tr, toksin → tr, zıkkım → tr, ağu → tr
- Yûnanî: δηλητήριο → el (dilitírio)