Here naverokê

kujer

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina kujer   
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî kujer kujer kujer
Îzafe kujera kujerê kujerên
Çemandî kujerê kujerî kujeran
Nîşandera çemandî kujerê kujerî wan kujeran
Bangkirin kujerê kujero kujerino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî kujerek kujerek kujerin
Îzafe kujereke kujerekî kujerine
Çemandî kujerekê kujerekî kujerinan

kujer m yan n li gorî maneyê

  1. Kesê ku kesek yan hin kes kuştine.
    Hevmane: qatil, bikuj
    Nayê zanîn ka kujerê wî kî ye.Nayê zanîn ka kê ew kuştiye.
  2. Tiştê ku kesekî dikuje.
    Zivistan kujera hejaran e.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji kuj (forma dema niha ji kuştinê) +‎ -er.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara killer a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Rengdêr

[biguhêre]

kujer

  1. tişta/ê ku mirov yan jîndarek din dikarebimire,
    tişta/ê dikare mirovekî yan jîndarek din bikuje
    Jehr kujer e.
    Pêvedana marî dikare kujer be.
    Li hin welatan bo îdamkirina mehkûman derziyên kujer tên bikaranîn.

Werger

[biguhêre]