Here naverokê

kuştin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
kuştin (gerguhêz)  
Rehê dema niha: -kuj-
RP.
Niha
ez dikujim
tu dikujî
ew dikuje
em, hûn, ew dikujin
Fermanî Yekjimar bikuje
Pirjimar bikujin
Rehê dema borî: -kuşt-
RP.
Boriya
sade
min kuşt
te kuşt
wê/wî kuşt
me, we, wan kuşt
Formên din: Tewandin:kuştin
Çend kes kesekî dikujin.

kuştin gerguhêz (lêkera xwerû), k-ya nerm, t-ya nerm

  1. Jiyana mirovekê/î yan candarekêbi dawî anîn.
    Wî sê kes bi demanceyê kuştine.
    • Adetê Eqradan di şerî de weko mirovek ji hespê ket û esîr bû êdî mimkûn nîne ewî nakujin. — (Adetên Kurdîstan, M. Mahmut Beyazîdî, werger: Delîlo Îzolî)
  2. Bûn sedema mirinê.
    Cigareyan û bîreyê ew kuşt.
  3. (mecazî) birîn.
    Gotinên wî diyaloga navbera herdu aliyan kuşt.
  4. (mecazî) Bêbandor kirin.
    Gulavê hemî bêna nexweş kuşt.
  5. (mecazî) Pirr êşandin.
    Vê jana piyan ez kuştim.
    • Di vê dewran û çerxê da
      Hebîbê bêxeta kuştim
      Bi derba firqetê axir
       — (Melayê CizîrîDîwan~1640)
  6. (mecazî) Pirr xemgîn kirin.
    Evîna te ez kuştime.
  7. (mecazî) Pirr westandin.
    Ev dereceyên bêdawî dirêj min dikujin.
  8. (mecazî) Xwe pê pirr westandin.
    Te xwe bi xwendinê kuşt.
  9. Temirandin, vemirandin.
    Ka lampeyê bikuje berî ku werî binivî..
  10. (bêyî ku ti tiştek giring bike) Dem borandin.
    Li vir ti nakim, tenê dema xwe dikujim.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *keu- ("lê dan, derbe lê dan"), proto-îranî *kauş- ("lê dan, şer kirin"), avestayî: kauş- ("şer kirin "), partî: kuş- ("şer kirin "), pehlewî: kuş- ("şer kirin "), farisî: kuş- ("kuştin"), belûçî: kuş- ("kuştin"), kîrîbatî: kuš- ("kuştin"), kurmancî: kuştin /-kuj-/- ("kuştin"), soranî: kuştin /-kuj-/- ("kuştin"), zazakî: kişten /kiš-) ("kuştin"), hewramî: kuştay /-kuş-- ("kuştin") ... alfabeya arî, latînî: cudere ("lê dan"), tokerî: koş- ("kuştin; xirabkirin"), almanî: hauen ("birîn, jê kirin"), îngilîzî: hew ("birîn, jê kirin"),

Çavkanî
  • Cheung, JohnnyEtymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden, 2007, r. 251
  • Watkins, CalvertThe American Heritage Dictionary of Indo-European Roots[1], Houghton Mifflin Co., 2007, çapa 2an, r. 37
  • Etymonline. Online English Etymology Dictionary. <etymonline.com> by Douglas Harper.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya kill a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


[biguhêre]
Tewandina kuştin  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kuştin kuştin
Îzafe kuştina kuştinên
Çemandî kuştinê kuştinan
Nîşandera çemandî kuştinê wan kuştinan
Bangkirin kuştinê kuştinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kuştinek kuştinin
Îzafe kuştineke kuştinine
Çemandî kuştinekê kuştininan

kuştin m

  1. qetilkirin, bidawîanîna jiyana mirovekî yan candarekî:
    kuştina mirovan,
    kuştina heywanên çolê,
    kuştina gulan bi avnedanê

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya killing a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.