Here naverokê

xemgîn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /xɛmˈɡiːn/, /ɣɛmˈɡiːn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: xem·gîn

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv xemgîn
Komparatîv xemgîntir
Sûperlatîv herî xemgîn (merkezî)
tewrî xemgîn (rojavayî)
xemgîntirîn (soranîzm)
Jinekek xemgîn.

xemgîn

  1. kesa/ê xeman dixwe yan xemên giran hene
    Hevmane: bixem, xembar, xemnak, derdgiran, bikeser, bikul, daxbar, xemxur, xemdar, xemgîr
    • 1995, tercimekirina Fawaz Husên, Mîrzayê Biçûk, Stockholm: Weşanên Nûdem, tercimeya Le Petit Prince ji hêla Antoine de Saint-Exupéry ve, →ISBN:
      Rojekê, Min çil û sê caran dît ku çawa rok diçû ava! Û hinekî paşê, te berdomand: - Tu dizanî... Dema mirov gelekî xemgîn be, ew hez dike li avaçûna rokê binere... - Na xwe wê roja çil û sê caran tu wiqasî xemgîn bûyî? Lê mîrzayê biçûk vengerand.
    • ~ 1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
      Xîzan û geda xenî û zengîn
      Şadan û hezîn û şa û xemgîn
      Êdî nedibûn ji hev muşexxes
  2. Tişta/ê mirovî xemgîn dike.
    Hevmane: dilsoj

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Ji xem (“derd”) + -gîn.

    Werger

    [biguhêre]
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya sad a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.