karîn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

karîn (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -kar-
RP.
Niha
ez dikarim
tu dikarî
ew dikare
em, hûn, ew dikarin
Fermanî Yekjimar bikare
Pirjimar bikarin
Rehê dema borî: -karî-
RP.
Boriya
sade
min karî
te karî
wê/wî karî
me, we, wan karî
Formên din: Tewandin:karîn
Ev kes dikarin tiştên giran hilgirin.

karîn lêkera xwerû, gerguhêz, k-ya nerm

  1. şiyan, tiwanîn,
    hêz / taqet yan hinêr yan derfet / delîv yan zanîn hebûn bo kirina tiştekî
    • Tu narê firqetê zanî
      Dikarim ez tehemmul kim
      Diyarê kohê Qendîl im
  2. qezenc kirin, jê birin, bi ser ketin:
    Di avjenîyê de min karî te.

Herwiha

Bi alfabeyên din

Etîmolojî

Ji ermenî[çavkanî hewce ye] , bi ermeniya rojava կարնալ (karnal), ermeniya rojhilat կարողանալ (karołanal), têkilî ermeniya kevn կարող (karoł, xurt, bihêz) ji կար (kar, hêz, îmkan). Di lêkera ermenî de di nava peyvê de hem "r" û hem jî "n" heye loma di hin devokên kurmancî de "karîn" û di hinan de jî "kanîn" e. Di devokên kurmancî yên dûrî ermenî de û di zaravayên din yên kurdî û di zimanên din yên îranî de peyda nabe loma ihtimala ku ji ermenî be gelekî mezin e. Bi hin devokên kurmancî şiyan e ku hevreha şiyan (mimkin bûn) ya soranî, şayed ya ji farisî û şikayene, eşkayene, şayene ya zazakî ye. Di soranî de tiwanîn (rehê dema niha "-tiwan-") e ku hevreha توانستن(tevanesten) ya farisî ye ku rehê wê yê dema niha "-tevan-" e. Ne têkilî can (bixwîne: ken yan kan) ya îngilîzî û hevrehên wê yên zimanên cermenî ye ji ber ku eger ew hevreh bûna, "k" ya proto-hindûewropî divê di kurdî de bûbûya "s" û di zimanên cermenî de jî "h". Idiaya Beghyani, ku dibêje ji kirin e, bi ti belgeyan nehatiye peyitandin. Hesendost bi xeletî li ber peyva "tevanisten" ya farisî nivîsiye: "kirmaşanî: twanîn, karîn, û: karîn, kan, kanî". Di rastiyê de li ber "karîn, -kan-, kanî" diviyabû ku "kurmancî" hatibûya nivîsîn. Bi Kirmaşanî û lekî tüenîn / tüenisin e.

Nîşe

Lêkerên "karîn/kanîn" (anku "şiyan", "hêz hebûn") û "zanîn" bi hin awayan ji lêkerên din yên kurmancî cuda ditewin. Bo nimûne di dema niha de di hin devokan de pêşqertafa "di-" nakeve pêşiya wan. Loma "ez di-kim, tu di-bêjî, ew di-xwe" lê "ez karim, tu zanî, ew kane" (li cihê "ez dikarim, tu dizanî, ew dikane").

Herwiha neyînîkirina wan ne bi "na-" ya giştî lê bi "ni-" ye: Loma "ez na-kim, tu na-çî, ew na-bêje" lê "ez ni-zanim, tu ni-karî, ew nikane".

Herwiha di rewşên din de jî hin cudahî hene. Ji hemû lêkerên din re di raweya şertî de (kondîsyonal yan subjunktîv) bi giştî lêker bi formûlaya "bi- + rehê dema niha + qertafa kesandinê ne": "ez bi-ç-im, tu bi-k-î, ew bi-bêj-e". Ev qaydeya giştî di hin devokan de dîsa li gel lêkerên "karîn/kanîn" û "zanîn" jî li kar e: "ez bi-zan-im, tu bi-kar-î, ew bi-kan-e". Lê di hin devokan de jî ew bi formûlaya "rehê dema niha + -i- + -b- + qertafa kesandinê" tê çêkirin: "ez kar-i-b-im, tu zan-i-bî, ew kan-i-b-e". Di hin devokan de jî îcar ev herdu qayde di heman demê de tên bikaranîn: "ez bi-zan-i-b-im, tu bi-kar-i-bî".

Lê ji van awarteyiyan tenê "ni-" ya neyînîkirinê di kurmancî de di hemû devokan de awrte ye. Lê awarteyiyên din tenê di hin devokan de hene. Devokên din qeydeyên giştî bi kar tînin. Loma divê em di mesela "di-" de li gor qaydeya giştî biçin: "ez dikarim" ne "ez karim". Herwiha ji ber ku "ez bi-zan-im, tu bi-kar-î, ew bi-kan-e" li gor qaydeya giştî ne û formên wek "ez zan-i-bim, tu kar-i-bî, ew kan-i-be" yan jî "ez bi-zan-i-bim, tu bi-kar-i-bî, ew bi-kar-i-be" awarte ne, divê em wek "bizanim, bikarî, bikane" tercih bikin.

Werger

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî karîn karîn
Îzafe karîna karînên
Çemandî karînê karînan
Nîşandera çemandî karînê wan karînan
Bangkirin karînê karînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî karînek karînin
Îzafe karîneke karînine
Çemandî karînekê karîninan

karîn

  1. şiyan, taqet, hêz, qudret:
    • Bi serketinê wî karîna xwe nîşan da.

Werger[biguhêre]

Lêker 2[biguhêre]

karîn lêkera xwerû, negerguhêz

  1. girîn
    Çêla zer ji birsan karî.

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]