Here naverokê

bêhn

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈbeːhn/
  • Deng (Amed): guhdar bike(file)
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: bêhn
[biguhêre]
Jinikek qesta bêhna gulê dike.

bêhn m

  1. Tişta/ê ku mirov bi poz anku difinêdihese.
    • ~ 1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
      Ahûwê sipî ii çav di reşbûn
      Biskên di sîyah û bêhnê xweşbûn
    • 2019 gulan 20, Konê Reş, “Min bêhna serxwebûna Kurdistanê ji Zankoya Zaxo kir”, li ser basnews.com[1]:
      Em vegerin ser nîrê zêrîn Zankoya Zaxo û çima min bêhna serxwebûna jê kiriye?
    • 2020 tîrmeh 27, rûdaw, “Li Almanyayê kûçikên leşkerî bi bêhna koronayê hatin perwerdekirin”, li ser rudaw.net[2]:
      Li Almanyayê, kûçikên leşkerî yên taybet li ser bêhna koronayê hatine perwerdekirin. Ew niha bi rêjeyeke zêde, bi rêya bêhnê dikarin nexweşên koronayê nas bikin.
  2. Hewaya mirov di dev û difina xwe re tîne û dibe.
    Hevmane: nefes, hilm, henase
    • 2020 îlon 7, Mem Farqînî, “Ristemê Zal kî ye?”, li ser xwebun.org[3]:
      Dem derbas dibû. Ji dûr ve dengê hewtehewta kûçikên gund dihat. Û xalê Cemîl hêdî hêdî ber bi dawiya çîroka xwe ve dihat. Bîstek din wek her tiştî ev çîrok jî bi dawî bibû. Xalê Cemîl gava bêhneke kûr kişand û got; 'Ev çîroka me çû deştê, dê û bavên guhdaran jî cih bihiştî' ev dihat wateya ku ev çîrok jî xelas û bi dawî bûye.
  3. Demek kurt anku kin.
    Hevmane: bîsk, kêlî
    • 2020 çiriya paşîn 18, Abdurahman Sever, “Berhemên ruhê xwebûnê-4: Şêx Ubeydullahê Nehrî”, li ser xwebun.org[4]:
      Şêx Ubeydullah rojeke ji rojên zor û zehmet, li civateke mezin wiha dibêje: 'Bêhêvî nebin, xwe bernedin, hevdu bigirin. Ji bîr nekin ku wexta reştariya şevê bêhnek beriya berbangê ye'.
  4. bêhnvedan, îstirahet
    • 2020, Robert Louis Stevenson, tercimekirina Ciwanmerd Kulek, Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde, Stenbol: Avesta, →ISBN, rûpel 19:
      Bîsteke li hêvîya dostê xwe ma ku bêhna wî were ber wî, û dûvre pirsiyara ku ji bo wê hatibû bi dev kir

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina bêhn
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bêhn bêhn
Îzafe bêhna bêhnên
Çemandî bêhnê bêhnan
Nîşandera çem. bêhnê wan bêhnan
Bangkirin bêhnê bêhnino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bêhnek bêhnin
Îzafe bêhneke bêhnine
Çemandî bêhnekê bêhninan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

    Mîrasmayî ji proto-îranî *beud-² (bêhn kirin).

    Hevreha avestayî bus- (bêhn kirin), farisiya navîn boy-, parsî buy-, farisî û zazakî boye, soranî bon, osetî bud. Herwiha bûstan ji heman rehî ye.

    Werger

    [biguhêre]
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya smell a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya breath a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya moment a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
    Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya pause a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.