Here naverokê

henase

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /hɛnɑːˈsɛ/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: he·na·se
[biguhêre]

henase m

  1. Hewayê ku mirov di dev û difinên xwe re tîne û dibe.
    • 2012, Mîran Janbar, Qolyeya Cécileê, çapa 1ê, Weşanxaneya Lîs, →ISBN, rûpel 75:
      Gava ku Raymond destê xwe avêtibû newqa wê û mist dabû bedena wê, gava ku henaseya xwe ya germ bera ser gerdena wê dabû, bi lêvên xwe yên bizotî ew dabû ber ramûsanan, çima dengê xwe dernexistibû Cécileê?
    • 2003, Şivan Kavê, Aynûr Amed, Dogan Xezna: Şopên Geş, Weşanên Dibistana Wêje ya Sarya-Baran, r.74:
      Ger me wê şevê êrîş bikira û ew zarok tûne biban, heya henaseya dawî a jiyana xwe, minê êşa wijdan bikişanda.
    • 1990, Roger Lescot: Çiyayê Kurmênc û Tevgera Murûdan, r. 34:
      Wan tim xwe jê pirr dûr dikirin, digeriyan ku tiştan bi henaseka dirêj û razîkirinekê çareser bikin, ev sedema ku dihîşt alîgirêd me bê hêvî bibin, bê ku destêd xwe deynin ser birîna bûyeran.
    • 2009 çiriya pêşîn, Reûf Bêgerd: Mirina helbestvanekî, wergerrandin ji soranî: Husein Muhammed, Nefel.com:
      Qurtek din lê da û henaseyek kûr kêşa. Serê xwe rakir û bi berdana dûkêl re çavê xwe da derî.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina henase
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî henase henase
Îzafe henaseya henaseyên
Çemandî henase henaseyan
Nîşandera çem. henase wan henaseyan
Bangkirin henase henaseyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî henaseyek henaseyin
Îzafe henaseyeke henaseyine
Çemandî henaseyekê henaseyinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Bêhtir bixwîne

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]