Here naverokê

bûstan

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina bûstan  
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bûstan bûstan
Îzafe bûstanê bûstanên
Çemandî bûstanî bûstanan
Nîşandera çemandî bûstanî wan bûstanan
Bangkirin bûstano bûstanino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bûstanek bûstanin
Îzafe bûstanekî bûstanine
Çemandî bûstanekî bûstaninan
Mamik çûçikan ji nav bûstanan vedirevînin daku berhemên bûstanan nexwin.

bûstan n

  1. Zeviya ku sebze lê hatine çandin.
    Pirr bûstan li gundê me hene.

Hevmane

[biguhêre]

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî بێستان (bêstan), kurdiya başûrî bûsan, farisî بوستان (bûstan), pehlewî bōyestān, partî bōδestān, soxdî βōδistān, ji zimanên îranî, têkilî bêhn (bi soranî بۆن (bon) / bon, bi farisî بو /bû/) + -stan (maneya bingehîn "gulistan" yan "baxçe" bû). بستان (bustan) ya erebî, bostan ya tirkî û azerî, بوستان (bûstan) ya osmanî, ܒܘܣܬܢܐ (bûstana) ya aramî, בסתן (bûstan) ya îbrî, բուրաստան (burastan) ya ermeniya kevn, բոստան (bostan) ya ermeniya nû, ბოსტანი (bostani) ya gurcî û башта́н (baştán) ya rûsî ji zimanên îranî hatine wergirtin. Bi rêya osmanî ketiye gelek zimanên rojhilata Ewropayê jî: yûnaniya bîzansî μποστάνι (mpostáni), yûnaniya nû μποστάνι (bostáni), teterî bostan, bostan ya albanî û бостан (bostan) ya sirbî... Di zimanên rojhilata Ewropayê de bi piranî maneya "zebeş" wergirtiye ku yek ji berhemên bûstanan e...

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara vegetable garden a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.