mejî

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurmancî[biguherîne]

Bilêvkirin[biguherîne]

Di Wikipediyayê de nivîsek li ser mejî heye.

Navdêr[biguherîne]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mejî mejî
Ravek mejiyê mejiyên
Çemandî mejî mejiyan
Nîşandera çemandî mejî wan mejiyan
Bangkirin mejiyo mejiyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mejiyek mejiyin
Îzafe mejiyekî mejiyine
Çemandî mejiyekî mejiyinan
mejiyekî mirovan

mejî nêr

  1. parçeya fikirîn û pêhesînê di serê mirovan û candarên din de
    • Lêkolîn li mejiyên mirovan û heywanan tên kirin.
  2. beşa nerm ya di nava hestiyan de, mejiyê hestiyan
    • Êşek ketibû mejiyê hestiyê lingê wê.
  3. hiş, aqil, eql:
    • Ew kesekî bêmejî ye!
  4. jîrî, fehmatî, zîrekî
  5. jîrtirîn kesa/ê komekê
    • Ew mejiyê koma hevalên xwe ye.
  6. plankera/ê yan plandaneraxebatekê
    • Ew mejiyê xebata komê bû.
  7. mejiyê heywanankelandî bo xwarinê:
    • Gelo te mejî xwariye?

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Herwiha[biguherîne]

Etîmolojî[biguherîne]

Ji wêjeya klasîk[biguherîne]

  • Da me sed reng-i 'ezabê we nehat der ji me deng
    Hestiyan girtiye nasûr û mejî da heye jeng
    Lew ne hişyar û xumar în me nexwarî mey û beng
    (Dîwana Melayê Cizirî ~1640, Melayê Cizîrî)

Jornav[biguherîne]

Têkilî[biguherîne]

Bikaranîn[biguherîne]

Qafiye[biguherîne]

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

Etîmolojî[biguherîne]

Herwiha mêjî, hevreha soranî مێشک (mêşk), kurdiya başûrî mijg / mizg / mezg, hewramî mejg, lekî mezg, zazakî mezg, pehlewî 𐫖𐫃𐫋‎ (megj), farisî مغز (meğz), tacikî мағз (mağz), osetî магъз (maǧz), peştûyî ماغزه‎ (mağze), avestayî 𐬨𐬀𐬰𐬔𐬀‎ (mezge), sanskrîtî मज्जन् (majján), hindî भेजा (bhejā), rûsî мозг (mozg), ukraynî мо́зок (mózok), serbokroatî мо̏зак / mȍzak, bulgarî мо́зък (mózǎk), polonî mózg, çekî mozek, slovakî mozok, holandî merg, norwecî merg / marg, swêdî märg, almanî Mark, danmarkî marv, inglîzî marrow... hemû ji proto-hindûewropî *mosgʰos (mejiyê serî; mejiyê hestiyan).

Di zimanên hindûîranî û slavî de peyv wateya mejiyê serî dide lê di zimanên germenî de wateya mejiyê hestiyan dide.

Ji bilî zimanên hindûîranî, germenî û slavî, hevrehên peyvê di şaxên din yên zimanên hindûewropî de peyda nabin yan hebûna wan biguman e.

Bo guherîna M bi B di peyva hindî de, bidin ber erebî مسمار (mismar) > kurdî bizmar yan مسلم (muslim) > kurdiya devokî busirman / bisirman (misilman).

Forma devokî mejox bi têkilkirina peyva mejî û peyva mox peyda bûye.

Hevwateyên peyva mejî anku demax û mox herdu ji erebî hatine wergirtin.

Tevî nêzîkiya dengî jî, peyva erebî مخ (muxx) ne ji zimanekî hindûewropî ye lê peyveke xwemalî ya zimanên samî ye û hevreha bo nimûne van zimanên samî ye: akadî 𒌋𒅗 (muḫḫu), aramî מוחא‎ (muħɑʔ), îbrî מוח (moax), siryanî ܡܘܚܐ‎ (muħɑʔ), ugarîtî 𐎎𐎈 (mḥ)...

Herwiha di zimanên tirkîkî de jî peyvên bi wateya "mejî" dişibin hevwateyên xwe yên hindûewropî lê ne ji zimanên hindûewropî hatine wergirtin lê peyvên xwemalî yên zimanên tirkîkî ne: yakûtî мэйии (meyii), ozbekî miya, teterî ми (mi), oyxurî مېڭە (mënge), qazaxî ми (mï), kirgîzî мээ (mee), altayiya başûrî мее, tirkmenî beýin, azerî û tirkî beyin... Dîsa bala xwe bidin guherîna B/M.

Mejî yek ji kêm nimûneyên peyvên wisa ye ku di kurmanciya rojhilatî de bi E û di kurmanciya navendî de bi Ê ye. Çend nimûneyên din wiha ne: kurmanciya rojhilatî çer (çerandin, çerîn) û şelandin û kurmanciya navendî çêr (çêrandin, çêrîn) û şêlandin. Nimûneyên berovajî anku di kurmanciya rojhilatî de Ê û di kurmanciya navendî de E mişetir in, bo nimûne: kurmanciya navendî hejîr, penîr, zevî û kurmanciya rojhilatî hêjîr, pênîr, zêvî.

Çavkanî:

  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horn, Paul. (1893): Grundriss der neupersischen Etymologie [Bingehê etîmolojiya farisî] (bi almanî). Strassburg
  • Lubotsky, Alexander. Indo-Aryan inherited lexicon . University of Leiden.
  • MacKenzie, David Neil. The dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary. 1966, Kommissionaer: Munksgaard (København).
  • Sadovski, Velizar (2017–2018): “Chapter VI: Iranian”, in Klein, Jared S.; Joseph, Brian D.; Fritz, Matthias, ed., Handbook of Comparative and Historical Indo-European Linguistics: An International Handbook, Berlin; Boston: De Gruyter Mouton
  • Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка, (Tsabolov, R. L.: Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî, (2-beşî) (bi rûsî), Moskova 2001-2010
  • Watkins, Calvert. The American Heritage Dictionary of Indo-European Roots, 2nd ed., Houghton Mifflin Co., 2007. (Amazon.com ra)
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi inglîzî û rûsî): http://starling.rinet.ru/

[biguherîne]

Werger[biguherîne]


Formeke lêkerê[biguherîne]

mejî

  1. (nadir) forma qedexekirinê (prohîbîtîv) ji lêkera jîn:

Hevwate[biguherîne]

Dijwate[biguherîne]

Pirhejmar[biguherîne]

Etîmolojî[biguherîne]

me- + -jî-

Cînav[biguherîne]

mejî

  1. Awayê şaşnivîsî yê peyvên me