Here naverokê

zarok

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd)/zˤɑːˈroːk/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: za·rok
[biguhêre]
Du zarok.
Gotareke li ser zarok di Wîkîpediya kurmancî de heye.

zarok m yan n li gorî maneyê, r-ya req, k-ya nerm

  1. Mirovên bi jiyê xwe biçûk, mirovên mezin nebûne.
    • ~ 1620, Feqiyê Teyran, Dîwan:
      Weku lebe û leyzok e
      Çi zanin tifl û zarok e
      Felek çerx e û xeddar e
    • 2021, “GOG’a zarokan derket”, li ser Xwebûn[1], ji orjînalê di 23 nîsan 2025 de hatiye arşîvkirin:
      Kovara wêneromanî ya zarokan a bi kurdî ya yekemîn GOG, dest bi weşanê kir. Kovar bi du zaravayên kurdî kurmancî û kirmanckî ye û ji bo zarokên temenê wan di navbera 7-14’an de ye
    • 2025, Kenan Subaşı, “Peywendîya Çîrokên Gelêrî û Zarokan di gel Pêşnîyazeke Rêbazên Xwendinê yên Çîrokan”, li ser International Journal of Kurdish Studies[2], cild 11, hejmar 1, rûpel 23:
      Herwiha Philippe Ariès îdia dike ku di çaxa navîn de jî derbarê zarokatîyê de tiştek nedihat zanîn û zarok weku kesên kêm yanî yên ku hêj mezin nebûne, dihatin zanîn
  2. Keç yan kurrên kesekî.
    Çar zarokên wê hene.
    Ev zarokên min in.
  3. Sava, nûbûyî, kesên pirr biçûk.
  4. Kesa/ê negihiştî, kesa/ê ji hiş û aqilê xwe ve mîna zarokan.
  5. Zaroka/ê hê nehatiye dinyayê.
    Zarokê wê ji ber çû.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina zarok
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî zarok zarok zarok
Îzafe zaroka zarokê zarokên
Çemandî zarokê zarokî zarokan
Nîşandera çem. zarokê zarokî wan zarokan
Bangkirin zarokê zaroko zarokino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî zarokek zarokek zarokin
Îzafe zarokeke zarokekî zarokine
Çemandî zarokekê zarokekî zarokinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Bi esehî nayê zanîn. Dikare ji zimanên îranî, ji rehê peyva "-za, zan, zayîn" û hevreha [skrîpt hewce ye] (zag) ya belûçî û [skrîpt hewce ye] (zoy) ya peştûyî be lê hingê "-ro(k)" bêşirove dimîne. Çabolov wê herwiha dide ber źereriyyu, binêre zuriyet. Herwiha mimkin e ku ew ji ermenî be, bi ermeniya kevn զարմ (zarm, malbat, nijad, ejdad, kinêt, qewm) + -ok ya kurdî. Peyva ermenî ji զ- (z-, li pey, li pişt) +‎ արմ (arm, reh) peyda bûye. Ihtimala eslê ermenî yê vê peyvê ji ber wê jî mezin e ku ev peyv di zimanên din yên îranî de li derveyî kurdî peyda nabe. Di kurdî de jî di hemû zarava û devokan de peyda nabe. Bo nimûne, di soranî de qet ne li kar e. Di ermeniya niha de ew wek զարմիկ (zarmik, pismam; pisxal) û զարմուհի (zarmuhi, dotmam, keçxal) maye.

Herwiha ew dikare hevreha ذرە (zerrê) ya farsî bi maneya tiştê herî biçûk jî be.

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya child a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.