Here naverokê

dûman

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd)/duːˈmɑːn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: dû·man
[biguhêre]
dûman

dûman m

  1. mij, moran, tem
  2. dûkêl, dûxan, ,
    toza yan bayê ji agirî hildikeve
    Dûmana cigareya wî dihat min.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina dûman
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dûman dûman
Îzafe dûmana dûmanên
Çemandî dûmanê dûmanan
Nîşandera çem. dûmanê wan dûmanan
Bangkirin dûmanê dûmanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dûmanek dûmanin
Îzafe dûmaneke dûmanine
Çemandî dûmanekê dûmaninan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji tirkî duman[ç 1] ji tirkiya kevn tuman ku belkî herwiha serekaniya peyva tem ya soranî be jî ku van salan bi rêya nivîsînê ketiye kurmancî jî. Dûman tenê di kurdî de li deverên nêzîkî tirkî heye, di zaravayên din yên kurdî yan zimanên din yên îranî de peyda nabe. Tevî ku "dû-" wek ji "" (dûkêl) be jî, ne ji wê ye ji ber ku peyva "duman" di piraniya zimanên tirkî de heye: azerî, tirkmenistanî, gagawzî... Ne ji proto-hindûewropî *dʰuh₂mós e çunkî eger ji wê bûya, divê M di kurmancî de bûba V.

Çavkanî:

  1. ^ Chyet, Michael L. (2003), “dûman”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press

Werger

[biguhêre]