Here naverokê

mij

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈmɘʒ/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: mij
[biguhêre]

mij m

Mij li çiyayan.
  1. (hewa) Hewayê şil û ne zelal.
    Hevmane: moran, tem, dûman, dûxan, dûkêl
    • Ewrên mijê cîh girtine li ser bajêr — (2004, Evîn Çîçek, Awaza Serpêhatîyan 1[1], Weşanên Pêrî, rûpel 10)
    • Aşiqê sûxite bê ateşê seyyal-i çi hez
      Neko wek teyr ji mijên te bibarin peykan
      Ji birînên di dilî şubhetê xirbal-i çi hez
      — (Melayê Cizîrî (~1640), Dîwan)

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina mij
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mij mij
Îzafe mija mijên
Çemandî mijê mijan
Nîşandera çem. mijê wan mijan
Bangkirin mijê mijino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî mijek mijin
Îzafe mijeke mijine
Çemandî mijekê mijinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *h₃migʰleh- (mij), hevreha soranî û zazakî "mij", kelhûrî "mê", farisî مه (mêh) û میغ (mîẍ), sanskrîtî मेघ (megha) (mêghe: ewr) û mih (mij), albanî mjegull (mij), lîtwanî miglà, rusî мгла (mgla) (mgla), îngilîzî û holendî û swêdî mist, yûnanî ὀμίχλη (omîxlê: mij)... Herwiha belkî hevreha peyvên mîz û mîstin yên kurdî ye jî.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya fog a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

mij

  1. pel, piring, pêring, pêlox