Here naverokê

sûtal

Ji Wîkîferhengê

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sûtal sûtal
Îzafe sûtalê sûtalên
Çemandî sûtalî sûtalan
Nîşandera çemandî sûtalî wan sûtalan
Bangkirin sûtalo sûtalino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sûtalek sûtalin
Îzafe sûtalekî sûtaline
Çemandî sûtalekî sûtalinan

sûtal nêr

  1. beredayî, serserî, ebeboz, keleş, rêbir, korsan, cerdevan, çete, gangster, sûte, hayta, tolaz, tûle, ganster, lumpen, sewtelî, spindû, sût
    • Thomos yekî sûtal bû. Qet nizanîbû çi digot a rast. Behsa bedewbûna te û ew ê çawa te bi dest bixe dikir. — (Mîran JanbarQolyeya CécileêWeşanxaneya Lîs2012, çapa 1em, r. 114, ISBN 9786054497010)
    • Aşiqê dîn û sûtal, ewladê bê xêr, Ferîdê ne eşîr, Ferîdê eyarsîr radibe dibe aşiqê keçikek xerîb, keçikek ku esl û feslê wê ne belî ye, mirov vê yekê li bavê xwe dike, mirov vê rûreşiyê tîne serê Apê Seferê Qado? — (Paşa UzunXalê Min Ferîd, Weşanxaneyê Vateyî, Tebax 2006, r. 23, ISBN 975-6278-09-9)
    • Serokwezîrê Tirkiyê Erdoganê gurcî û simîtfiroşê Kasimpaşayê îro, di mala xwe da heqaretên mezin li heyeta kurd kir û bi vî rengî jî careke din nîşan da ku ew ne tu meriv e, pêxwes û sûtalekî pir basît e. — (Zinarê Xamo, Dahşik mezin jî bibe dîsa ker e [arşîv], zinarexamo.blogspot.com08.04.2008)

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]