agahî
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]agahî m
- Zanîna ku bi rêya tedqîqkirin, xebitîn an ceribandinê tê bidestxistin; tiştên ku derbarê meseleyeke de tên zanîn, an karin werin zanîn.
- Hevmane: malûmat, enformasyon, zanyarî, hay, zanîn
- Rêveberê ofîsa rizgar kirina rewandiyên êzdî li Duhokê Husên Kuru îro 08.07.2019ê ragehand, derbarê rewşa rizgarbûyên êzdî de agahî ji Yekitiya Ewropa (YE) re hate dayîn. — (2019 tebax 7, Kurmancî Bas, “Derbarê rewşa rizgarbûyên êzdî de agahî ji YE re hate dayîn!”, li ser (jkx sernavê kitêb an kovarê binivîse)[1])
- Hejmara duyemîn a kovara Temaşeyê derket. Kovar bi awayekî online derdikeve û bi giştî sînemayê, bi taybetî jî der barê sînemaya kurdî de nivîs û agahiyan parve dike. — ((Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Amed, “Hejmara duyemîn a ‘Temaşe’yê derket”, li ser (jkx sernavê kitêb an kovarê binivîse)[2])
- Ev pirseke, ko bersiva wê pir zor e û pêdiviye bersivdêr agah li hemen hemen hemî cureyên nivîsîna kurdî û bihemî zaraveyan hebe û ez vê idîayê nakim, lê li gor agahiyên min, lêkolînerên kurd di warê edeba kurdî ya kilasîkî de, hebûn û hene... — (2013, Tengezarê Marînî, “Hevpeyvînek zindî biTengezarê Marînî re”, li ser Pênûsa Nû, hejmar 17, rûpel 20)
Tewandin
[biguhêre]| Zayenda mê ya binavkirî | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | agahî | agahî |
| Îzafe | agahiya | agahiyên |
| Çemandî | agahiyê | agahiyan |
| Nîşandera çem. | wê agahiyê | wan agahiyan |
| Bangkirin | agahiyê | agahiyino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | agahiyek | agahiyin |
| Îzafe | agahiyeke | agahiyine |
| Çemandî | agahiyekê | agahiyinan |
