axiftin

Ji Wîkîferhengê
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+)
axaftin  / axivtin  / axiftin  / axivîn

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  • (Standard)  IPA(kilîd): /ɑːxɪftɪn/
  • Jihevqetandin: a·xif·tin

Lêker[biguhêre]

axiftin (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: -axiv-
RP.
Niha
ez diaxivim
tu diaxivî
ew diaxive
em, hûn, ew diaxivin
Fermanî Yekjimar biaxive
Pirjimar biaxivin
Rehê dema borî: -axift-
RP.
Boriya
sade
ez axiftim
tu axiftî
ew axift
em, hûn, ew axiftin
Formên din: Tewandin:axiftin
Kesek bi mîkrofonê diaxive.

axiftin lêkera xwerû

  1. Peyivîn, gep kirin, xeber dan, qise kirin, suhbet kirin, çêr kirin, şor kirin, ştexilîn,
    peyam bi alîkariya zimanî ragihandin, deng kirin, mijûl bûn, qal kirin, qezî kirin, galegal kirin, kelimîn.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Tewîn[biguhêre]

-axiv-

Têkildar[biguhêre]

Bikaranîn[biguhêre]

  • Gelek caran bi xeletî peyva "axaftin" (rehê dema niha "-axêv-") li cihê "axiftin / axivîn" (rehê dema niha "-axiv-") tê bikaranîn. Lê di rastiyê de "axiftin" bi xwe "qise kirin, xeber dan, suhbet kirin" e. Herçi "axaftin" e, ew hevwateya "axivandin"ê ye (wek ku guhartin ne guherîn e lê guherandin e). "Axaftin" tê maneya #dan axiftin, axivandina kesekî din, hewldan bo ku kesek din biaxive", bi taybetî pirsîn daku kesek din bersivê bide: "Divê dêbab zarokên xwe biaxÊvin daku zarok hîn bibin biaxIvin."
  • Rastnivîsîn: Hin caran di nivîsan de forma "axivtin" li cihê "axiftin" tê dîtin ji ber ku rehê dema niha "-axiv-" e anku bi V ye, ne bi F ye. Lê di kurdî û piraniya zimanan de, gava ku T tê pey V, V dibe F: heft (lê hevde), ke(f)tin (lê "dikeve"), şkeft (ne *şkevt), mizgeft (ne *mizgevt). Bi heman awayî îngilîzî "leave > left", ne *levt. Dengên din jî yên bilerz li berî T dibin bêlerz: "dilîzim > lîstin, nekuje > kuştin"... Loma forma rast "axiftin" e, ne *axivtin.
  • Berbelavî: Peyva "axiftin" û formên wê yên wek "axivîn" û "axaftin" van salan bi rêya medyayê ketine ser devê gelek kurmancan û heta wek "axawtin" derbasî soranî jî bûye. Lê bi xwemalî ew peyveka kurmanciya rojhilatî ye (Behdînan, Hekariyan û derdorên wan), li deverên din nedihat bikaranîn yan nemabû. Li cihê wê "qise kirin, xeber dan, şor kirin" yên ji erebî li gel "kirin / dan" ya kurdî li gelek deveran serdest e/bû.

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Têkilî axaftin, rehê dema niha -axiv-, bi metatezê ji *a-vaxtin, rehê dema niha *a-vêj-, têkilî kurmancî -bêj- (rehê dema niha ji lêkera gotin) û bêje (kelîme), soranî û kurdiya başûrî -wêj- (rehê dema niha ji wutin = gotin) û وشه(wişe, peyv, kelîme, bêje), zazakî -vac- (rehê dema, niha ji vatene = gotin), farisî آواز‎ (a-vaz > kurdî awaz) û واژه‌(vajê, peyv, kelîme), sanskrîtî वाच् (vā́c), avestayî vaxş, ûxte (gotin) latînî vōx (deng), îngilîzî voice (deng)... hemû ji proto-hindûewropî *wekʷ- (axiftin) ئاخاوتن(axawtin) ya soranî bi ihtimaleka mezin ji kurmancî hatiye wergirtin, di soranî de ne xwemalî ye.

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî axiftin axiftin
Îzafe axiftina axiftinên
Çemandî axiftinê axiftinan
Nîşandera çemandî axiftinê wan axiftinan
Bangkirin axiftinê axiftinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî axiftinek axiftinin
Îzafe axiftineke axiftinine
Çemandî axiftinekê axiftininan

axiftin

  1. peyivîn, gepkirin, xeberdan, qisekirin

Werger[biguhêre]