Here naverokê

guhartin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
guhartin (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -guhêr-
RP.
Niha
ez diguhêrim
tu diguhêrî
ew diguhêre
em, hûn, ew diguhêrin
Fermanî Yekjimar biguhêre
Pirjimar biguhêrin
Rehê dema borî: -guhart-
RP.
Boriya
sade
min guhart
te guhart
wê/wî guhart
me, we, wan guhart
Formên din: Tewîn:guhartin

guhartin gerguhêz (lêkera xwerû), r-ya req, t-ya nerm

  1. ferqî anku cudahî xistin tiştekî,
    tiştek wek wê bi xwe nehêlan,
    tiştek wek berê nehêlan
    Qet wek berê nemaye, ta ta navê xwe jî guhartiye.
    • 2020, “Sersala Kurdî li Diyarbekirê hat pîrozkirin”, li ser Kurdistan24‎[1]:
      Di sersalê de hin gotinên her tên gotin hene wek 'serê malê binê malê xwedê kurekî bide vê malê.' Me jî ew guhart û got sere salê bine malê xwedê aştiyê bide vê malê.
    • 2004, Komxebat, Ansîklopediya Zarokan, Denmark: APEC, →ISBN:
      Di tîrêjên tavê de hemû rengên keskesorê xuya ne: sor, porteqalî, zer, kesk, şîn û mor... Û rêza rengan hertim weke xwe ye û nayê guhartin.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Zeynelabîdin Zinar, Kadîna Mişkan, Pencînar Weşanxanya Çanda Kurdî:
      Piştî demekurtekê ew şaşî û matmayîna wan xwe guharte se xweşî û şadiyê.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Osman Sebrî, Şerên Sasonê, Dîlaver Zengî:
      Di vî şerrî da ewçend Turk hatine kuştin ku, çemê Kuskêt rengê xwe guhart, tev bû sorxwîn. Nemaze di vî şerrê panzde rojan da, şerrkerên Kurdan hinde bi camêrî dest biribûn xwe ku, serleşkerê Turk li ber vê mêraniyê mat mabû.
    • 1932-1933, Celadet Bedîrxan, “Pêşgotinek”, li ser Hawar, cild 1, hejmar 13, Nûdem, rûpel 791:
      Ez paşê jî bi elfabêya xwe mijûl dibûm. Lê hetanî qo tirq elfabeya xwe belav qirin ya me weqe xwè dima û têde me tişteqi bingehî ne diguhart. Min her tiştên xwe pê dinivîsandin û nasên xwe re dida zanîn. Weqè tirq elfabêya xwe belav qirin me dît qo di dengên hin herfan de elfabêyên me ne mîna hevin.
  2. Xistina tiştekî şûna tiştekî
    Ampûl şewitîye. Divê were guhartin.
  3. cil li xwe kirin, cil lê kirin
    Heta cilê xwe ne guhart, neçubû derve.
    Îro binê zarok min guhart, sibe dora te ye.
  4. transferbûna wasiteyek din(tren, otobus, hwd)
    Heta stenbolê min sê otobus guhart.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Nêzîk

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Herwiha binêre

[biguhêre]
Gotinên pêşiyan li gel "guhartin"

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

guhartin m

  1. Peydakirina ferqiyekê anku cudahiyekê li tiştek; nehêlana yek yan hin yan ti taybetmendiyên tiştekî.
    Bi guhartina navê xwe ew dixwaze xwe eşkere neke ka kî ye.
    • 2020, “Fesla Yûsif: Brîtanya li dijî guhartina demografiyê ye”, li ser basnews.com‎[2]:
      Li ser rewşa herêmên Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê yên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, Fesla Yûsif got: Konsolxaneya Brîtanya nîşan da ku ew li dijî guhartina demografî û koçberbûna xelkê ji ser cih û warên xwe ye heger li kîjan devera cîhanê be.
    • 2014, “Psakî: Di helwesta me de tu guhartin nîne”, li ser rudaw.net‎[3]:
      Berdevka Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jen Psakî got, di helwesta DYAyê ya derheqê li Sûriyê pêkanîna herêmek ji bo balafiran qedexe de tu guhartin nîne.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina guhartin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî guhartin guhartin
Îzafe guhartina guhartinên
Çemandî guhartinê guhartinan
Nîşandera çem. wê guhartinê wan guhartinan
Bangkirin guhartinê guhartinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî guhartinek guhartinin
Îzafe guhartineke guhartinine
Çemandî guhartinekê guhartininan

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]