Here naverokê

alîkarî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  •  IPA(kilîd)/ɑː'liːkʰɑː'ɾiː/
  • Deng (Amed): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: a·lî·ka·rî
[biguhêre]

alîkarî m

  1. destek, yarmetî, komekî, piştevanî, piştgirî, misaede,
    dana tiştekê/î ji kesekê/î re yan kirina karekî bo kesekê/î daku ew kes bi ser bikeve yan ji tengasiyekê rizgar bibe
    • 2023, Mihyedîn Nahrîn, Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan, Weşanên Nûbihar r. 163[1]:
      Mejiyê zarokan ji yê me çalaktir e û afirînertir e. Bihêlin bila zarok alîkariya we bikin yan jî hûn ji wan alîkariyê bixwazin.
  2. alîgirî, piştevanbûn[Ev rêz ji aliyê botê ve lê hatiye zêdekirin, ji kerema xwe re kontrol bike!].

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina alîkarî
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî alîkarî alîkarî
Îzafe alîkariya alîkariyên
Çemandî alîkariyê alîkariyan
Nîşandera çem. alîkariyê wan alîkariyan
Bangkirin alîkariyê alîkariyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî alîkariyek alîkariyin
Îzafe alîkariyeke alîkariyine
Çemandî alîkariyekê alîkariyinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji alîkar +‎ . Li gor devokan "alîkarî, arîkarî, halîkarî, harîkarî" ye. Forma herî baş bi kurmanciya nivîskî "alîkarî" û lêker jî "alî kirin" yan "alîkarî kirin" e ji ber ku "mil, tenişt, rex, teref" di kurmancî de "alî" yan "al" e. "Alî" jî ji proto-aryayî "*erdhe-" tê lê di kurmancî de "-rd-"a aryayî dibe "l". Lê di hin devokên kurmancî de "-rd-" bi temamî nebûye "l" lê wek "r" "nîvûnor/nvîco" maye.

"Yarmetî"ya soranî, "ardim"a zazakî û "yardım" ya tirkî jî ji eynî rehî ne. Ya tirkî ji zimanekî îranî hatiye deynkirin.

Bide ber

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya help a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.