berf
Kurdî[biguhêre]
Bilêvkirin[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | berf | berf | ||
Îzafe | berfa | berfên | ||
Çemandî | berfê | berfan | ||
Nîşandera çemandî | wê berfê | wan berfan | ||
Bangkirin | berfê | berfino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | berfek | berfin | ||
Îzafe | berfeke | berfine | ||
Çemandî | berfekê | berfinan |
berf mê
- ava qerisî ya wek tozeke spî ji esmanan dibare,
(dema ku gelek dibare, erdê spî dike; paşî dema ku hewa germ dibe, ew dihele)- Di esasê xwe de, navbera we û baranê, berfê xweş bû. Ew hewqas bê aman, hewqas xedar nebûn li hemberê we. Di şevên sar ên zivistanan de, baranê delal delal xwe berdida jêr. Weke, ew bireqise. Îcar dema berfê, bi bedewiya keçikeke hêjdesalî, xwe berdida û bajar û hawîrdora bajêr dixemiland, zarokên bajêr dilşa dibûn. Barîna berfê şênayiyek bû. Kuçe û kolanên bajêr ji zarokan tijî dibûn. — (Tu, Mehmed Uzun, 1984)
- Berfa pêşîn a demsala îsal, li Diyarbekirê bariya. Li herêma derdora Diyarbekirê, kêmcaran di demsala payîzê de berf dibare. Îsal jî wan wan salan e ku berfa zivistanê ji payîzê ve bariya. — (Li Diyarbekirê berfa yekemîn bariya, K24, 2016)
- Li Stockholma xopan zivistan e, di pacê ra li hewşê dinêrim, berfeke hûr hûr dibare, her der spî boz bûye. — (Piştî zivistanê buhar tê..., Zinarê Xamo, 2016)
Bi alfabeyên din[biguhêre]
- kurdî-erebî: بهرف (berf)
- kurdî-krîlî: бәрф (berf)
Herwiha[biguhêre]
Cûnên berfê[biguhêre]
- berfa çûr: berfa sîs, berfa spî, berfa pak, berfa paqij
- berfa kevî: berfa li erdê req bûye
- berfa po: berfa toz ya ku xwe bi hev ve nagire lew gulmiçk nikarin jê bên çêkirin
- berfa şilove: berfa şil, av û berfa têkil
Gotinên pêşiyan[biguhêre]
- adar e berf giha guliyê dar e, nema danê êvare
- axa li kefê ye, mal maye li bin berfê ye
- berf heliya, ling wesiya
- berf jî spî ye, le kûçik di ser da pîsiya xwe dikin (dirîn)
- berf jî spî ye, le tam lê tune ye
- dilê min ji we (ne) xweş e, erd di bin berfê de reş e
- tu dibêjî ji nexweşan ra çûye berfê
- wek berfa spî
- xema berfê ye ku debara kasiba tune
- berf li çiyê barî
- qirfê li te bi berf bin
- berf jî erê gewr e, lê kûçik pê de gû dikin
Jê[biguhêre]
- berfîn
- bûka berfê
- goga berfê
- (Lêker) berf ketin
- (Lêker) berf girtin
- (Navdêr) berfketin
- (Navdêr) berfgirtin
Etîmolojî[biguhêre]
Herwiha befr, hevreha soranî بهفر (befr), kurdiya başûrî wefr, lekî verf/ver, hewramî wewre, zazakî vewre, belûçî برپ (berp), mazenderanî ورف (verf), farisî برف (berf), tacikî барф (berf), pehlewî 𐭥𐭯𐭫 (wefr), peştûyî واوره (vāvrh) (wawre), avestayî vefre (berf) û cefre (herrî), sanskrîtî gabhra (herrî)... proto-hindûewropî *ṷep- (pelate kirin, belawela kirin, hilavêtin).
Ji bilî zimanên îranî, di şaxên din yên zimanên hindûewropî de hevrehên peyva berf/befr peyda nabin. Berf bi *snóygʷʰos û berf barîn jî *sneygʷʰ- bû ku niha jî dûndehên wan di piraniya şaxên hindûewropî de peyda dibin: bo nimûne inglîzî snow, rûsî снег (snêg) û fransî neige. Heman peyv di zimanên kevn û yên navîn yên îranî de jî hebû: pehlewî 𐭮𐭭𐭩𐭤𐭫 (snêxr) û 𐭮𐭭𐭩𐭰𐭪 (snēzag) û avestayî 𐬯𐬥𐬀𐬉𐬲𐬀𐬌𐬙𐬌 (snaēžaiti: berf dibare) lê ev peyv ji zimanên niha yên îranî winda bûne.
Li aliyekî din, peyva îranî ya niha ketiye piraniya zimanên Hindistan, Pakistan û Nepalê: hindî बर्फ़ /barf/ (li gel हिमपात /himpāt/ ya xwemalî), ûrdûyî برف (berf), puncabî برف (brf) (berf), gujaratî બરફ /baraph/ (li gel હિમ /him/ û હિમવર્ષા /himvarṣā/) yên xwemalî), bengalî বরফ (borof)... Heman peyv wek برف (berf) ketibû tirkiya osmanî jî û li gel قار (qar) ya xwemalî di edebiyatê de dihat bikaranîn lê berf ji tirkiya niha ketiye û tenê kar maye.
Çavkanî: Chyet berf, Horn p.47, MacKenzie P.135, Lubotsky
Têkilî[biguhêre]
Bide ber[biguhêre]
Bi zaravayên din[biguhêre]
- Hewramî: werwe, wewre
- Soranî: befr, bewir
- Zazakî: vewre, vewire
- Kurdiya başûrî: wefr
- Lekî: ver, vefr, herrî
Werger[biguhêre]
- Afrîkansî: sneeu → af
- Albanî: borë → sq m ; deborë
- Alêwîtî: qaniigix̂, qaniix, qaniqax̂
- Almanî: Schnee → de n
- Apaçiya deştan: zas
- Apaçiya rojava: zas
- Aragonî: nieu → an
- Astûrî: ñeve → ast
- Azerî: qar → az
- Baskî: elur → eu
- Başkîrî: ҡар (qar)
- Bengalî: বরফ (bōrōphō)
- Bretonî: erc’h
- Bulgarî: сняг → bg n (snjag)
- Çekî: sníh → cs n
- Çerokî: ᎤᎾᏥ (unatsi)
- Çînî: 雪 → zh (xuě)
- Kantonî: 雪 (syut3)
- Çuvaşî: юр (jur)
- Danmarkî: sne → da g
- Dolganî: каар
- Erebî: ثَلْج → ar (ṯalj) (θelc)
- Erebiya misrî: تلج (θelg)
- Ermenî: ձյուն → hy (jyun)
- Ermeniya kevn: ձիւն (jiwn)
- Esperantoyî: neĝo → eo
- Estonî: lumi → et
- Farisî: برف → fa (berf)
- Ferî: kavi
- Fînî: lumi → fi
- Fransî: neige → fr m
- Frîsî: snie → fy
- Gaelîka skotî: sneachda n
- Galîsî: neve → gl m
- Gotî: 𐍃𐌽𐌰𐌹𐍅𐍃 n (snáiws)
- Gurcî: თოვლი (tovli)
- Gwichinî: zhah, zhoh
- Hindî: हिम → hi (hima), हिमपात → hi (himapāta)
- Holendî: sneeuw → nl n
- Holîkaçukî: tsetl
- Hupayî: nundil
- Indonezî: salju → id
- Inglîzî: snow → en
- Inglîziya kevn: snaw
- Îbranî: שֶׁלֶג → he n (šeleg)
- Îdoyî: nivo → io
- Înterlîngua: nive
- Înuîtî: ᐊᐳᑦ (aput) ; ᖃᓐᓂᖅ (qanniq)
- Îrlendî: sneachta → ga n
- Îtalî: neve → it m
- Îzlendî: snjór → is
- Japonî: 雪 → ja (yuki)
- Karaçay-balkarî: къар
- Katalanî: neu → ca m
- Kîkapûyî: okoona
- Kirgizî: кар → ky (kar)
- Koreyî: 눈 → ko (nun)
- Kornî: ergh
- Koyukonî: yoł, tseetl
- Kumikî: къар (qar)
- Latînî: nix → la m
- Latviyayî: sniegs → lv n
- Lîtwanî: sniegas → lt n
- Tananaya jêrîn: tsitl
- Luksembûrgî: Schnéi → lb n
- Makedonî: снег n (sneg)
- Malayalamî: ഹിമം → ml (himaṃ)
- Malezî: salji → ms
- Maorî: huka
- Mecarî: hó → hu
- Navajoyî: zas
- Nedersaksî: snee
- Nogayî: кар (kar)
- Norsiya kevn: snjár
- Norwecî: snø → no, sne → no
- Ojibweyî: goon
- Ojibweyiya bakurî: goon
- Ojibweyiya rojhilatî: goon
- Oksîtanî: nèu → oc m
- Orokî: симатта
- Osetî: мит (mit)
- Ottawayî: goon
- Ozbekî: qor → uz
- Papyamentoyî: sneu
- Polonî: śnieg → pl n
- Portugalî: neve → pt m
- Powhatanî: coan̄
- Qazaxî: қар → kk (qar)
- Romanyayî: zăpadă → ro m ; nea → ro m ; omăt → ro nt
- Rusî: снег → ru n (sneg)
- Samiya bakurî: muohta, vahca
- Santalî: ᱦᱤᱢ (him)
- Sicîlî: nivi → scn m
- Sirboxirwatî: snijeg → sh n
- Siryaniya klasîk: ܬܠܓܐ n (talgā’)
- Skotî: snaw
- Slaviya kevn: снѣгъ m (sněgŭ)
- Slovakî: sneh → sk n
- Slovenî: sneg → sl n
- Spanî: nieve → es m
- Swahîlî: theluji → sw
- Swêdî: snö → sv g
- Şawî: adfel
- Şîngazîcayî: neji, pumɓa la laglasi
- Telûgûyî: మంచు → te (mañcu)
- Temazîxtiya atlasa navendî: ⴰⴷⴼⴻⵍ n (adfel)
- Teterî: кар → tt (qar)
- Teteriya krîmî: qar
- Tîbetî: གངས (gangs)
- Tirkî: kar → tr
- Tirkmenî: gar
- Ugarîtî: 𐎂𐎍𐎘 (glt)
- Ûkraynî: сніг → uk n (snih)
- Viyetnamî: tuyết → vi
- Walîsî: nive
- Walonî: nive → wa
- Weylsî: eira → cy
- Wîlamowî: śnej n
- Xakasî: хар (xar)
- Yakutî: хаар (xaar)
- Yûnanî: χιόνι → el nt (chióni)
- Yupîkiya navendî: qanuk, qanikcaq
- Zapotekiya yalalagî: beye