esman

Ji Wîkîferheng
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurdî[biguherîne]

esman

navdêr, nêr

Wate[biguherîne]

  1. cihê di ser erdê re
    • Firroke ji axê hilket esmanan.
  2. dinyayek yan çend dinyayên di ser dinyaya me re ku tê bawerkirin Yezdan û firrîşte lê ne
  3. bilindtirîn cih yan cihek pirr bilind
    • Gihişt ber perrên esmanan. (Gihiştin cihek pirr bilind.)
  4. valageh, feza

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Herwiha[biguherîne]

Bide ber[biguherîne]

[biguherîne]

Ji[biguherîne]

proto-hindûewropî:*ekmon- ("kevir")

proto-aryayî *heçmen-
avestayî: esman- ("esman, xwedayê esmanî")
farisiya kevn: esman- ("esman")
parsî: 'sm'n- ("esman")
pehlewî: 'sm'n- ("esman")
sogdî: sm'n- ("esman")
farisî: asman ("esman")
belûçî: ajman ("esman")
kurdî: esman ("esman")
hewramî: asman ("esman") ...
zazakî: asmen alfabeya arî
sanskrîtî: āčman ("kevir")
yewnanî: ākanē ("kevir")
elmanî: hammer ("çekûç")
inglîzî: hammer ("çekûç")
hîtîtî: aku ("kevir") ...

Çavkanî: Horn p.8, Watkins p.2, Etymonline | Pokorny: 18
Agadarî: Di proto-arî de wateya ”esman” ji kevirî guherrî û bû kanzayek. Paşî jî wateya ”esman”î girt.

Ji Wêjeya Klasîk[biguherîne]

120. Di wê sa'etê suwar kirin
121. Şêx me esman niyet e
Ya Reb em û ev qiset e
(Feqiyê Teyran ~1620, Feqiyê Teyran)

Werger[biguherîne]