erd
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr 1
[biguhêre]erd m
- Cih, der û zemînên ku em pê lê dikin.
- 2018, Hesen Huseyîn Denîz, “Li welatê min bihar tê”, li ser Kovara Bîrnebûn, hejmar 71, rûpel 31:
- Darên kesk tev reş bûn. Giyayê teze tev bû pîşo. Fêkiyên li ser daran çilmisîn. Pel tev weşiyan. Qurmên daran bûn rejî, yek bi ser yekê de qulipîn erdê...
- ~ 1720, Mela Hisênê Bateyî, Mewlûda Kurdî:
- Hem kelî ew behr û kef da û dûxan,
Kef bûye erd û dûxan bû asîman.
Nîveka dî çêkirin jê çarî çîz
Tewandin
[biguhêre]| Zayenda mê ya binavkirî | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | erd | erd |
| Îzafe | erda | erdên |
| Çemandî | erdê | erdan |
| Nîşandera çem. | wê erdê | wan erdan |
| Bangkirin | erdê | erdino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | erdek | erdin |
| Îzafe | erdeke | erdine |
| Çemandî | erdekê | erdinan |
Bi alfabeyên din
[biguhêre]Formên alternatîv
[biguhêre]Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Li ser etîmoljiya peyva kurdî erd lihevkirin di navbera zimannasên kurdî de peyda nebûye. Bi dibetiya mezin, ji proto-hindûewropî *h₁er- tê. Hevreha zazakî erd.
Li gorî hin çavkaniyan, peyva erd ji erebî أرض (erḍ) (erd, ax, zevî) tê. Hevreha akadî 𒆠 (erṣetu), aramî ܐܪܥܐ / ארעא (era'), îbranî ארץ (eretz). Ew hemû ji proto-samî *ʾarṣ́-. Lê ev teorî muhtemelen ji bo kurmanciyê ne rast e, ji ber ku dengê ku ji aliyê tîpa erebî ya "ض"(ḍ) ve tê nimandin di kurdî de bi giştî dibe dengê tîpa kurdî ya "z" (îngl. voiced alveolar fricative). Bo nimûne: raḍi > razî, remeḍan > remezan. Vê guhartinê li zaravayê soranî û li zimanên farsî û ûrdû rû da: soranî عهرز ('eriz), farisî ارض (erz), ûrdûyî ارض (erz) Yanî, heye ku peyva erz ya ku di soranî, farsî û ûrdû de tê bi kar anîn ji erebî أرض (erḍ) tê. Lê belê, ev herwiha ji bo kurmanciyê nikare bê gotin. Ji ber vê yekê, peyva erd hevreheke çewt (false cognate) a peyva erebî أرض (erḍ) e û muhtemelen peyveke proto-hindûewropî ye.
[[Rast e, hevwate ya peyva "earth" ya Îngilîzî ye. Etîmolojiya peyva "earth": https://en.wiktionary.org/wiki/earth ]]
- Çavkanî:
- Muhammed, Husein. Rehnas. Ferhenga etîmolojî ya kurdî. Kurdish Etymological Dictionary
- Chyet, Michael L. (2003), “erd”, li ser Kurdish–English Dictionary Ferhenga Kurmancî - Inglîzî[1], with selected etymologies by Martin Schwartz [li gel etîmolojiyên bijarte ji hêla Martin Schwartz ve], New Haven û London: Yale University Press
- لغتنامه دهخدا [Ferhenga Dihxoda] (farisî-farisî): [2]
- Cabolov, R. L. (2001–2010), Etimologičeskij slovarʹ kurdskovo jazyka [Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî] (bi rusî), Moskova: Russian Academy Press Vostochnaya Literatura
Werger
[biguhêre]Navdêr 2
[biguhêre]erd n
- xwelî, ax
- zevî
- 1998, Yaşar Kemal, tercimekirina Firat Cewerî, Dara hinarê, Nûdem, →ISBN Invalid ISBN:
- Ew ê niha ji nava erdan werin. Hê ro nuh çûye ava.
- erazî, milk
- welat
Tewandin
[biguhêre]| Zayenda nêr a binavkirî | ||
|---|---|---|
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | erd | erd |
| Îzafe | erdê | erdên |
| Çemandî | erdî, êrd | erdan |
| Nîşandera çem. | wî erdî | wan erdan |
| Bangkirin | erdo | erdino |
| Zayenda nêr a nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | erdek | erdin |
| Îzafe | erdekî | erdine |
| Çemandî | erdekî | erdinan |
Werger
[biguhêre]Anagram
[biguhêre]- Kurmancî
- Bilêvkirina IPAyê bi kurmancî
- Deng bi kurmancî
- Dengên kurmancî ji Amedê
- Dengên kurmancî ji Êlihê
- Dengên kurmancî ji Bidlîsê
- Lema bi kurmancî
- Navdêr bi kurmancî
- Navdêrên mê bi kurmancî
- Jêgirtin bi kurmancî
- Ji wêjeya klasîk (kurmancî)
- Koda skrîptê ya zarûrî û manûel bi kurmancî
- Peyvên kurmancî ji erebî
- Navdêrên nêr bi kurmancî
- Pages with ISBN errors
- Navdêrên kurmancî bi formên nestandard
- Anagram bi kurmancî