xwelî
Kurdî[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî | ||||
---|---|---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | xwelî | xwelî | ||
Îzafe | xweliya | xweliyên | ||
Çemandî | xweliyê | xweliyan | ||
Nîşandera çemandî | wê xweliyê | wan xweliyan | ||
Bangkirin | xweliyê | xweliyino | ||
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar | ||
Navkî | xweliyek | xweliyin | ||
Îzafe | xweliyeke | xweliyine | ||
Çemandî | xweliyekê | xweliyinan |
xwelî mê
- Toza gewr ya ji tiştên şewitî/ sotî peyda bûye.
- Manend-i gulan libas-i ker kim
Ax û xweliyê bi ser xwe wer kim
Zulfan hemî ta bi ta bikêşim— (Mem û Zîn ~1692, Ehmedê Xanî)
- Manend-i gulan libas-i ker kim
- (devkî) Ax, erd, toz, herrî.
- Ekrad qewî zêde îctinab (xwedûrî) û hezerê ji malêd weqfan dikin. Bi wê dereceyê (astê, pileyê) ko eger hakim eger axayekî zalim (sitemkar) di nêva wan da nî peyda bibitin, ew bi xef diçin û mistekê ji xweliya weqfê tînin û bi ser xanmanê wî zalimî (de) direşînin. — (Mele Mehmûdê Bayezîdî, Amadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, 2010, r. ?, ISBN 9789944360678)
- (mecazî) Malwêranî, kembaxî, bela, bedbextî, bêsiûdî.
- Xwelî bi serê me werbû. (Belayek mezin hat serê me.)
- Bavê te beg bû. Tu bûyî paşa. Xwelîyê Agirî li serê te be." — (Çiyayê Agirî, Yaşar Kemal, Weşanxana Çanda Kurdî)
- (mecazî) Tiştek pîs.
- Wî xwelî xwar û alîkariya dijminan kir.
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Herwiha[biguhêre]
Hevmane[biguhêre]
Jê[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Hevreha soranî خۆڵەمێش (xołemêş), hewramî xûl, lûrî xol, pehlewî xvel/xwel, belûçî hûl, zazakî wele (kurmancî "xw" = zazakî "w"), belkî hemû ji proto-hindûewropî * swol- (ax, erd - sw- ya proto-hindûewropî di zimanên îranî de dibe xw - binere xwarin, xwendin, xwişk...) ku herwiha serekaniya solum ya latînî, soil ya inglîzî ye. Wisa be, di kurdî de "xwelî" ji "ax" ya hindûewropî û "ax" ji "xwelî" ya hindûewropî ye anku maneyên herdu peyvan bi hev guherîne. հող (hoł) ya ermeniya kevn ihtimalen ji zimanên îranî hatiye wergirtin û di ermeniya nû de bûye հող (hoẍ) (Açaryan bi xeletî dibêje ku ya kurdî ji ermenî hatiye wergirtin. Eger wek gotina wî ya kurmancî ji ermenî bûya, hingê hevrehên wê wisa bi berfirehî di ziman û zaravayên îranî de peyda nedibûn.) Nêzîkiya navbera "xwelî" ya kurdî û kül (xwelî) ya tirkî ihtimalen tesedifî ye. Ya tirkî ne ji zimanên îranî hatiye wergirtin, hevrehên wê di zimanên din jî yên tirkîkî/tûranî de hene: azerî kül, tirkmenistanî kül, gagawzî kül, qazaxî күл (kül), oyxurî كۈل (kül), hemû ji tirkiya kevn * kül.
Werger[biguhêre]
- Afrîkansî: as → af
- Çekî: popel → cs
- Danmarkî: aske → da
- Almanî: Asche → de mê, Erde → de mê, ?Staub → de nêr
- Erebî: رماد (remad), ?الخصیف → ar, ?الدمن → ar, ?الرماد → ar, ?الرمدداء → ar, ?الصنا → ar, ?الصنى → ar, ?المخط → ar, ?سمــــاد → ar
- Esperantoyî: cindro → eo
- Farisî: خاکستر → fa, خاک → fa
- Ferî: øska → fo
- Fînî: tuhka → fi
- Fransî: cendre → fr
- Frîsî: jiske → fy
- Holendî: as → nl
- Mecarî: hamu → hu
- Îdoyî: cindro → io
- Îbranî: אֵפֶר → he
- Indonezî: abu → id
- Inglîzî: ash → en, ashes → en, cinders → en, cinder → en
- Inglîziya kevn: æsce → ang
- Îtalî: cenere → it
- Îzlendî: aska → is
- Japonî: 灰 → ja
- Katalanî: cendra → ca
- Latînî: cinis → la, spodium → la
- Malezî: abu → ms
- Papyamentoyî: shinishi → pap
- Portugalî: cinza → pt
- Sirananî: asisi → srn
- Spanî: ceniza → es
- Swêdî: aska → sv
- Tagalogî: abó → tl
- Tirkî: kül → tr, türap → tr, toprak → tr
- Yûnanî: τέφρα → el (téfra), στάχτη → el (stáchti)